Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike

Girseyeke mezin a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên merasîma cenazeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb û şervanên QSD’ê Malik û Birûsk dike.

Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike
Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike
Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike
Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike
Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike
Kobanê amadekariyên oxirkirina şehîdan dike
13 ÇILE, 2026   10:56
KOBANÊ

Girseyeke mezin a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo beşdarî merasîma fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû, berê xwe didin Pakrewangeha Şehîd Dîcle.

Di merasîmê de dê nasnameyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Gerîla Amara û Leyla Qasim ên ku di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûne, dê werin ragihandin. Her wiha dê cenazeyên şervanên Hêzên Komandos ên QSD’ê Malik û Birûsk Muxaric ên ku li Kobanê şehîd bûne, werin veşartin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser, şervan û fermandarên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, saziyên olî, civakî, hunerî û çandî, şêx û rûspiyên eşîran dê beşdarî merasîmê bibin.

Cenazeyên şehîdan dê ji Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi Pakrewangeha Şehîd Dîcle ve werin veguhastin û dê saet di 12.00’an de merasîm dest pê bike.

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê ji bo şehîdan şîn ragihand û banga tevlêbûna merasîmê kir.

(b)