Rêxistina Sara: Daxuyaniya seroka Ofisa Kar û Barên jinan ne layîqî têkoşîna jinên sûriyeyî ye

Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinan Sara têkildarî daxuyaniya seroka Ofisa Kar û Barên jinan a hikumeta demkî nirxand û got: "Ev daxuyanî ne layîqî têkoşîna jinên sûriyeyî ye û pirrengiya Sûriyeyê rave nake. Ev fikrên çewisandinê, rewşa welêt aloztir dike."

Rêxistina Sara: Daxuyaniya seroka Ofisa Kar û Barên jinan ne layîqî têkoşîna jinên sûriyeyî ye
29 kanûn, 2024   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember daxuyaniya seroka Ofisa Kar û Barên jinan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis rêxistin û tevgerên jinan bertek nîşan da.

Gelek sûriyeyî, çalakvan, siyasetmedar û rojnamevanan bi tundî daxuyaniyên Ayşe şermezar kirin.

Ayşe El Dibis derket pêşberî telefizyonê û got: "Ez ti nêrîneke rêxistinên jinan yan jî aliyên li dijî fikrê min an jî li dijî modela hikumetê qebûl nakim." Li hember vê daxuyaniyê gelek rexne derketin pêş û gelek kesan Ayşe weke "berpirsa ku siyaseta çewisandinê dimeşîne" dana nas'n.

Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan Sara jî dauxyaniyek da û got: "Ayşe El Dibis qebûl nake jin kar bikin û cihê xwe di hikumetê de bigirin. Dibêje divê vegerin şerîetê nemaze di qada dadwerî de."

Rêxistinê ev daxuyanî şermezar kirin û got: "Li dijî çand, exlaq û urf û adetên me ne."

Rêxistinê destnîşan kir ku ev daxuyanî, rewşa li Sûriyeyê aloztir dike, ew ji çandên cuda yên Sûriyeya pirreng, demokratîk û nenavendî de dûr e.

Rêxistinê destnîşan kir ku ev 14 sal e rêxistinên jinan ji bo mafên jinan kar dikin, rola wan hişyarkirina jinan e, piştgiriya wan bikin, rê li pêşiya wan vekin ku roleke çalak û rastîn di civakê de bilîzin, wan ji tundiyê û zayendperestiyê biparêzin. Rêxistinê daxuyaniyên Ayşe bi temamî red kirin.

Rêxistina Sara di dawiyê de got: "Ev daxuyanî tawaneke rasterast li dijî me û binpêkirina mafên me ye. Ji ber ku Ayşe bi fikrên xwe nekarî xwe bigihîne jinan li parêzgehên Sûriyeyê. Divê were li ser masaya diyalogê nîqaş bike, karê rêxistinên jinan fêm bike û nas bike."

(şx/k)