Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin-4

Nivîskar Heval Dilbihar anî ziman ku pêwîstî bi lidarixstina kongreyek netewî a rewşenbîran heye û diyarkir ku ev dê bibe bingehek mezin ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd.

Rewşenbîrên Kurd helwesta hevpar nîqaş dikin-4
9 tebax 2024   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Nivîskarê ji Bakûrê Kurdistanê Heval Dilbihar rola rewşenbîran a di têkoşîna azadiya gelê Kurd de û pêwîstiya helwesta yekpare nirxand.  

Nivîskar Heval Dilbihar balkişand ser hewildanên hêzên ku dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nûve saz bikin û anî ziman ku ev yek bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd dike.

Dilbihar bibîr xist ku beriya 100 salan di şerê cîhanê yê yekemîn de gelê Kurd nikariya rista xwe ya dîrokî bilîze, lewma derfetek gelek mezin winda kiriye, lê niha careke din derfet ketiye destê wan û got: “Ev nêzî 100 sale gelê Kurd bê statû ye. Di vê serdema nû de pir nêz bûye ku statûyekê bidest bixe, lê heman demê de metirsiyên mezin jî hene.

Her çar dewletên ku Kurdistan perçe û dagir kirine dixwazin di vê rewşa girîng de dîsa vê sekna xwe biparêzin, ango dîsa Kurdan bê statû bihêlin. Hêzên hegemonîk jî li pişt van dewletan e. Divê gelê Kurd rewşa xwe bi awayekî micîd (cidî) berçavan re derbas bike.”

XETERİYÊN NEYEKBÛNÊ

Dilbihar diyar kir ku eger gelê Kurd yekîtiya xwe ya demokratik ava neke û têkoşîna xwe mezin neke, dê nikaribe di qada navnetewî de statûya xwe mîsoger bike. Dilbihar, destnîşan kir ku derfeteke mezin jî li pêşiya Kurdan heye û ev derfet wiha vegotin: “Kurd ji her demê zêdetir birêxistinkirî ne. Li çar perçeyên Kurdistanê û her cihêkî ku Kurd lê dijîn, li gel gelek kêmasî û nebesiyan jî xwedî hêzêke mezin in. Bi sedhezaran hêzên leşkerî, siyasî, sazî û dezgeh hene. Bi mîlyonan gelê Kurd heye ku ji her demê zêdetir dixwaze azadiya xwe bidest bixe. Eger biyekrêzî tevbigerê dê pozisyona xwe ya navxweyî gelekî bihêz bike. Dê dewletên dagirker neçar bihele ku bi awayekî werin ser rêya çareseriyê, statûya gelê Kurd bi awayekî fermî qebûl bikin û rê li ber statûya navneteweyî vekin.”

`PEYWÎRA REWŞENBÎRAN JI HEMÛ DERDORAN ZÊDETIR E`

Heval Dilbihar bal kişand ser rola rewşenbîran a di têkoşîna rizgariya netewan de û ev nirxandin kir: “Di serkeftinê de rola rewşenbîran jî qasî hêzên polîtîk û leşkerî girîng e. Yek ji hêzên herî girîng jî hêza rewşenbîriyê ye. Mînak di şoreşa Sovyetê, Fransayê û yên cîhanê de pêşengiya sereke qada rewşenbîriyê ye. Di cihên ku xitimandin, zehmetî û zor lê hebû, rewşenbîran pêşiya wê bi têkoşînê vekiriye. Pêşengtiya rizgarî û azadiya netewa xwe kirine. Peywîra rewşenbîran ji hemû derdoran zêdetir e. Ji ber ku rewşenbîr dil û mêjiyê civakê ye. Bi zanîn û wijdana xwe ya entellektûl divê zêdetir xwedî sekneke zelal bin û bandoreke erênî li têkoşîna xwe netewêya xwe bikin.”

 Dilbihar mînakên serhildanên li Kurdistanê jî nîşan da û wiha axivî: “Ewqas serhildan çêbûne, lê serkeftin çênebûye. Sedemeke neserkeftina wan, bicihneanîna peywîr û berpirsyariya rewşenbîran e. Ango di dîroka Kurdistanê de her çiqas hewildanên rewşenbîran çêbûne jî, lê di asta tê xwestin de berpirsyariya xwe bi cih neanîne. Di van 50 salên dawî yên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jî rewşenbîran li gor pozîsyona xwe erk û peywîra xwe bi cih neanîye.”

`REWŞENBÎR DIVÊ DI BIN SÎWANA KONGREYEKÊ DE BICIVIN `

“Beriya her tiştî divê rewşenbîr yekîtiya xwe avabikin.” Heval Dilbihar bi van gotinan bal kişand ser pêwîstiya yekrêziya rewşenbîrên Kurdistanê û got: “Divê rewşenbîr bibin hêzêke gelekî mezin ku bikaribin ser hemû partî, dezgeh û saziyên gelê Kurd bandoreke erênî çêbikin. Rewşenbîrî jiyaneke şoreşgerî û têkoşerî dixwaze. Tevî hemû nakokî û kêmasiyan jî li Kurdistanê û her cihê rewşenbîrên Kurd lê hene pêwîstiya hêzêke yekbûyî heye. Di bin sîwana kongreyeke rewşenbirî de divê bên cem hev. Wê demê dê bikaribin di sazkirina Kongreya Yekîtiya gelê Kurd de roleke bilîzin.

Ger ev qad vejandinekê çêbike, dê hêzêke mezin çêbibe, bandoreke mezin li derdorên Kurd jî bike. Di heman demê de dê dewletên serdest û desthiladar neçar bihêle ku di qada navnetewî de gavên şênbertir biavejin. Hemû saziyên rewşenbîrên Kurdistanê divê di nav hewildaneke yekpar de bin. Ger rewşenbîr vê nekin dê para wan di hemû windahî û têkçûna têkoşîna gelê Kurd de hebe. Ango gûnahkâr ne tenê qada polîtîk û ên din bin.”

`NAKOKIYAN DEYNIN ALIYEKÊ JI BO YEKITIYÊ HEVDITINAN BIKIN`

Nivîskar Heval Dilbihar destnîşan kir ku divê hêzên Kurd hemû nanokiyan deynin aliyeke, bi yekîtiya Kurd re tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî van hêz û kesên bi dijminên gelê Kurd re hevkariyê dikin divê em xwedî helwest û sekneke zelal bin. Divê ev hêz li xwe vegerin, bi taybetî hêzên Başûrê Kurdistanê divê li gel neteweya xwe tevbigerin. Ji bo yekîtiya gelê Kurd li gel hemû hêzên Kurd hevdîtinan pêk bînin. Dibe ku nakokiyên navxweyî hebin lê dema mijar bû yekîtî tu hincet nayê qebûlkirin ku em dijî partiyek an jî hêzêke Kurdan rasta rast şer bikin yan jî bi şerkerên Kurdan re nav hevkariyê de bin. Divê qada rewşenbîriyê dengê xwe bilintir bike. Da ku derfeta li pêşî gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bikin.” 

ANHA