Meclisa Eşîrên El Bûkemal: Em amade bi QSDˊê re parastina herêmê bikin

Meclisa Eşîrên El Bûkemal êrişên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li ser herêmê şermezar kirin û got armanc ji van êrişan têkbirina îstîqrariyê û xurtkirina çalakiyên DAIŞˊê ye.

Meclisa Eşîrên El Bûkemal: Em amade bi QSDˊê re parastina herêmê bikin
8 tebax 2024   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî yên dawîn li ser herêmê de Meclisa Eşîrên El Bûkemal daxuyaniyek da. Berdevkê meclisê Selah El Selman daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de spasiya QSDˊê di bersivdana van êrişan û parastina welatiyan de hat kirin û girîngî bi yekitî û hevgirtina di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de ji bo sekina li hember van astengiyan hat dayîn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got armanca ji van êrişan derxistina fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de û qelskirina destkeftiyan e, her wiha bang li tevahî xelkê herêmê hat kirin ku bi QSDˊê re hevgirtî bin ku ewlehî û îstîqrarê biparêzin.

Meclisê diyar kir ku ew ji bo parastina herêmê û destkeftiyên wê bi temamî hazir e ku hevkariyê bike.

(fr)