Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir

Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn a bi diruşma ˊBi parastin û rêxistinkirina ciwanan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û civaka demokratîk misoger bikinˊ bi encamnameykê bi dawî kir.

Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
Ciwanên PYDˊê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi dawî kir
8 tebax, 2024   22:10
HESEKÊ

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreyeke giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de îro Kongreya 2ˊyemîn a Ciwanên PYDˊê bi diruşma ˊBi parastin û rêxistinkirina ciwanan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û civaka demokratîk misoger bikinˊ li hola Serdemê ya Hesekê hat organîzekirin.

Di kongreyê de 500 deleqe ji endamên ciwanan, jinên ciwan ên PYDˊê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Hevseroka PYDˊê Asya Ebdullah axaftina destpêkê kir. Asya lidarxistina kongreyê li Rêber Abdullah Ocalan, gel û beşdaran pîroz kir.

Asya wiha got: "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn niha rû dide, bi taybet jî li herêmên me li dijî jin û ciwanan tê kirin. Ji bo sekna li pêş van şer û êrişan pêdiviya me bi berxwedanê heye."

Asya wiha domand: "Hêzên parastina civak û gel ji êriş û sûcan dikin, destkeftiyan diparêzin, li pêş koçberî û koçberkirinê disekinin, hêzên ciwan û jinên ciwan in."

Asya di dawiyê de got pergalên kapîtalîst bi rêya ferzkirina siyasetên xwe li ser civakan hewl didin vîna ciwanan bişikînin, wan teşwîqî koçberiyê bikin û ji xeta berxwedanê bi dawî bikin.

Dûre rapora 2 salan ji hêla endamê Ciwanên PYDˊê Mihemed Fewazî ve hat xwendin.

Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên Ciwanên PYDˊê yên 2 salan hat pêşkêşkirin.

Piştî sînevîzyonê, rêzikname hat nîqaşkirin û hin bend hatin guhartin.

Kongreya ciwanan bi encameyekê bi dawî bû û wiha ye; ji xebatên Ciwanên PYDˊê çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, vekirina dewreyan ji hêla Meclisa Ciwanên PYDˊê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, xwendina parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, vekirina Akademiya Ciwanên PYDˊê.

(fr)