Li Dêrazorê ji heman malbatê 4 kes şehîd bûn

Di êrişa komên çekdar ên Hikûmeta Şamê de ji heman malbatê 2 zarok û dayik û bavên wan şehîd bûn.

Li Dêrazorê ji heman malbatê 4 kes şehîd bûn
9 tebax 2024   09:37
DÊRAZOR

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê îro saet  derdora 02.30’an de bi topên obusan êrişî gundên El-Dehla û Cedîde Begara yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.

Li gorî agahiyên QSD’ê di êrişan de 11 kesên ku di nava wan de zarok jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser gundê El-Dehla de ji heman malbatê 4 kes şehîd bûn.

Li gorî agahiyan di êrîşan de zarokên bi navê Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), dayika wan Nadîn Selîc El-Ibêd (22) û bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37) şehîd bûn.

(a)

ANHA