Rewşa Narîn a ku ji komkujiya Berxbatanê rizgar bû baş e

Roj 17’ê Adarê dewleta Tirkiyeyê ya dagirker li zeviyeke di navbera gundên Qomcî û Berx Batanê yên gundewarên başûrê Kobanê komkujiyek pêk anî û di encamê de dê û bav û 8 zarok ji malbata Osman Berkel şehîd bûn, zaroka 8 salî Narîn Berkel jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşaneyên Kobanê.

Rewşa Narîn a ku ji komkujiya Berxbatanê rizgar bû baş e
26 adar, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Derbarê rewşa tendirustî ya Narînê de Dr. Heqî Elî Demir ku rewşa wê dişopîne ji ajansa me re wiha got: "Her du ling û destê zarokê yê çepê şikestin, her wiha ziyan li destekî wê û parsûyên wê jî bûne, me neştergeriyeke lezgîn pêk anîn, niha rewşa wê aram e."