Rêveberiya kantona Cizîrê banga tevlêbûna cejna Akîto kir

Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk a Kantona Cizîrê cejna Akîto ya sersala Aşûrî-Babilî pîroz kir û banga tevlêbûna pîrozbahiyan kir.

Rêveberiya kantona Cizîrê banga tevlêbûna cejna Akîto kir
Rêveberiya kantona Cizîrê banga tevlêbûna cejna Akîto kir
Rêveberiya kantona Cizîrê banga tevlêbûna cejna Akîto kir
Rêveberiya kantona Cizîrê banga tevlêbûna cejna Akîto kir
Rêveberiya kantona Cizîrê banga tevlêbûna cejna Akîto kir
26 adar, 2025   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejina Ekîto (1`ê Nîsan) Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya a Demokratîk li kantona Cizîrê li pêşiya çerxerêya Şehîdên Sêfo ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Li cihê daxuyaniyê nûnerên ji deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê yên Kurd, Ereb û Suryan, endamên saziyên Suryanî û saziyên civaka sivîl amade bûn. Her wiha Suryan û Kurd bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi zimanê Suryanî, Kurd û Erebî, ji aliyê Endama Partiya Yekîtiya Suryanî Mariya Hena, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kantona Cizîrê Hesen Şero û Vîviyan Biho Osê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, bi boneya sersala Aşûrî-Babilî (Akîto 6775) em pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê me yê Suryan-Aşûrî û hemû gelên herêmê dikin.”

Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew pabendî "parastina cihêrengiya neteweyî û olî li herêmê" ye û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku mil bi mil bi boneya cejna Akîto beşdarî pîrozbahiyan bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Sala nû li gelê me yê Suryan-Aşûrî û li hemû gelên herêmê pîroz be, bi hêviya ku ev sal bibe sala aştî, aramî û bextewariyê ji bo hemû gelên herêmê.”

(k)