Rewşa heyî ya vegera koçberan, ne wekî tişta ku Tirkiyeyê dibêje ye

Daxuyaniyên desthilata dewleta Tirk ên têkildarî qedexekirina vegera şêniyên resen ên gundewarên Serêkaniyê ji bo gundên xwe, ne wekî tişta ku herî dawî di raporeke ajansa me de hatiye belegekirin, ANHA`yê hebûna xalên leşkerî yên Tirkiyeyê li gundên ku şênî jê koç kirine belge kiriye, ji ber vê yekê jî 25 malbat li kêlek gundê xwe di konan de dimînin.

Rewşa heyî ya vegera koçberan, ne wekî tişta ku Tirkiyeyê dibêje ye
14 cotmeh, 2026   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda pêşîgirtina li ber nûçeyên nerast a girêdayî Daîreya Peywendiyan a Serokatiya Tirkiyeyê, duh (13 Cotmeh) qedexekirina li ber vegera şêniyên resen ji bo gundewarên Serêkaniyê derewand, da zanîn ku tişta ku tê gotin der barê vê mijarê de “Ne rastî ye”, ew rewşa malbatên ku dixwazin vegerin bi koordîneya bi saziyên peywendîdar ên li Sûriyeyê re dişopînin.

Lê ev derewandin ne li gorî rewşa ku ajansa me beriya çend rojan şopandiye.

25 MALBAT LI KÊLEK GUNDÊN XWE DI KONAN DE NE

Di 10`ê Cotmehê de ajansa me rewşa 25 malbatên ji gundê Seîd El Derbo ê gundewarê Serêkaniyê şopadin, ew malbat piştî vegera ji kampên koçberan, ji ber hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li gund nikarîbûn derbasî malê xwe bibin, wan malbatan li kêlek gundê xwe di bin konan de dimînin.

Şêniyan daxwaz li aliyên peywendîdar kir ku ji bo beriya hatina zivistanê ew vegerin gundê xwe, demildest destwerdanê bikin.

124 XALÊN LEŞKERÎ RÊ LI BER VEGERÊ DIGIRIN

Di rapora herî dawî ya ku 13`ê Cotmehê hatibû weşandin de, ajansa me diyar kiribû ku hejmara baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên ku hatine belgekirin li Sûriyeyê 124 baregeh in, ji wan 12 baregehên sabitin û 112 jî xal û deverên leşkerî yên ji baregehan biçûktirin.

Hebûna van baregehan li 6 parêzgehên Sûriyeyê ne, li Helebê 56 dever, li Idlib 51 dever, li Reqayê 9 xal û li Hesekê jî 5 xal, li Laziqiyê 2 cih û li Hemayê yek xal heye.

Li gundê Bab El Ferec, El Dawidiyê, El Erîşa, El Minax û El Amiriyê yên li Serêkaniyê, li gundê Celibra, Derwêş û Şêx Xorz Foqanî yên Efrînê jî rê nayê dayîn ku şênî vegerin gundên xwe, tevî vekişîna hêzên dewleta Tirk ji gundê Basilê û Ciyê piştî 8 salan lê hîn li wir jî rê nayê dayîn ku şênî vegerin.

DOSYA VEGERÊ BÊ DEMEKE DIYAR E

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 25`ê Îlonê de daxwaza domandina vegera koçberan li gorî demên zelal, dabînkirina rewşên ewlehî, xizmetguzarî û qanûnî kir.

Ev rewş diyar dike ku ji bo çareserkirina dosyaya vegerê, divê astengiyên li ser rûyê ji holê bên rakirin, çarenûsa gundên ku bûne baregehên leşkerî bê diyarkirin.

(sb)

ANHA