Çavkaniyên herêmî: Wêne ji nivîsgeha PYD`ê ya li Xiwêran hatiye wergirtin

Çavkaniyên herêmî agahî dan ku wêneyên şehîdên jin ên destdirêjî lê hatiye kirin, ji nivîsgeha PYD`ê ya Xiwêran hatiye wergirtin.

Çavkaniyên herêmî: Wêne ji nivîsgeha PYD`ê ya li Xiwêran hatiye wergirtin
14 cotmeh, 2026   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî kesên navên wan nediyar e ketine Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran a Hesekê û wêneyên şehîdên jin ên destdirêjî lê kirine û sembolên kurdî ji nivîsgehê wergirtine.

Her wiha çavkaniyên herêmî agahî dan ku kesê destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kiriye ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye girtin.

Duh li taxa Xiwêran kesekî destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kir û dîmen li ser medya dijîtal belav kir. Têkildarî bûyerê û kesê ku destdirêjî kiriye, heyanî niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyanî nedane.

(np)

ANHA