Rewşa dawîn a Xezayê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa Xezayê, aloziya li Deryaya Sor û serdana serokkomarê Tirk a ji bo Cezaîrê.

Rewşa dawîn a Xezayê rojeva rojnameyên erebî ye
21 mijdar, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî geşedanên li Xezayê rojnameya El Exbar a Lubnanê, nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku lihevkirina di navbera Hemas û Îsraîlê de nêzîk e. Her wiha hate destnîşankirin ku Desteya Weşanê ya Îsraîlê duh êvarê ragihand ku Îsraîlê lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan erê kiriye û li benda bersiva Hemasê ye.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da ragihandina Koşka Spî jî ku gotiye “Ji bo dîlgirtiyan em hewl didin bigihêjin lihevkirinekê. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek ji her demê bêtir nêzîk e.”

‘HERÊMA DERYAYA SOR DI NAVA ALOZIYÊ DE YE’

Têkildarî geşedanên li Xezayê tora El Hura di nûçeya xwe de ku îro weşandiye, diyar kir ku êrişên Hûsiyan ên li dijî Îsraîlê, herêma Deryaya Sor dixe nav aloziya ku ji destpêka şerê dawîn ê Îsraîlê yê li dijî Xezayê gur bûye. Herêma Deryaya Sor, korîdoreke navneteweyî ye û ji bo keştiyên barhilgir ên mezin, rêyek e. Gelek dewlet dixwazin vê korîdorê bixin bin kontrola xwe.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe alozî li Deryaya Sor û herêmên derdorê gurtir bibe, nemaze ku Hûsiyan aşkera kir ku dê bi moşekan bersiva şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê bide.

SERDANA ERDOGAN A LI CEZAÎRÊ

Rojnameya El Ereb cih da tevgerên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan. Di nûçeyeke xwe de rojnameyê diyar kir ku Erdogan dê bi serokê welêt Ebdulmecîd Tebûn re bicive.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre rêveberekî Hemasê, êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê dê balê ji ser pêşketina siyasî û aborî ya di navbera Cezaîr û Tirkiyeyê de bikişîne.

(şx)