Ji Silêman Ehmed 28 roj e agahî tune ye

Ji edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 28 roj e agahî tune ye. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Ji Silêman Ehmed 28 roj e agahî tune ye
21 mijdar, 2023   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 28 roj e agahî jê nîn e.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyeke îdia kiribû ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed “ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye” û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan lê xwaribû.