Rewşa aloz a li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, cih dan rewşa li herêmên Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirî, geşedanên li Xezayê  û pêşeroja wê ya pêşbînkirî.

Rewşa aloz a li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
22 mijdar, 2023   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de balkişand ser rewşa herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi taybet bajarê Babê yê rojhilatê Helebê ku bazirganên sotemeniyê û xwediyên stasyonên mazotê bi hêrs in, ji ber ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet El Nusra berê) hewl dide vê sektorê kontrol bike. Rojnameyê diyar kir ku qezencên bazirganiya sotemeniyê, bala komên çeteyan bi taybet Heyet Tehrîr El Şamê kişand ku bi rêya ajandeyên xwe dest danî ser vê sektorê. Di encamê de xesareke mezin li bazirganan bûn û hişt ku bi dehan bazirgan û xwediyên stasyon û basteyên sotmeniyê derkevin xwepêşandanê.

LIHEVKIRIN DI NAVBERA HEMAS Û ÎSRAÎLÊ DE

Girêdayî rewşa li Xezayê rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku hikumeta Îsraîlê vê sibê lihevkirina serbestberdana 50 dîlgirtiyên îsraîlî li beramber serbestberdana dîlgirtiyên filistînî û agirbesta demkî ya 4 rojan li XEZAYÊ erê kir.

Lihevkirin dê dema agirbestê li ser 2 qonaxan pêk were. Rojnameyê da zanîn ku li gor lihevkirinê, Hemas di qonaxa yekemîn de dê derdora 50 jin û zarokên îsraîlî serbest berde. Li beramber wê, Îsraîl dê derdora 150 filistînî serbest berde ku piraniya wan zarok û jin in. Her wiha li gor lihevkirinê, Îsraîlê dê bihêle 300 kamyonên alîkariyê rojane ji Misirê derbasî Xezayê bibin û dê rê bide sotemenî jî derbasî Xezayê bibe. Li gor nûçeya rojnameyê parve kiriye, qonaxa duyemîn dê Hemas bi dehan dîlgirtiyên Îsraîlê berde, lê beramber wê, dê dema agirbestê heta çend rojan bê dirêjkirin.

ÇARENÛSA HEMASÊ

Rewşa Xezayê di rojeva tora El Hura de bû ku nûçeyek der barê de nivisî û diyar kir ku bi dawîbûna şer e, Hemas ji hevkêşeyê tune nabe. Dê bimîne û di pêşerojê de di desthilata Xezayê de rolek bilîze heta ku biçûk be. Ev desthilat dê bi erêkirina îsraîlî û ereban be. Her wiha rojanemyê got Îsraîl, heta niha têkildarî desthilata li Xezayê piştî şer yan jî çarenûsa Hemasê, tu senaryoyên hevgirtî nedaye. Li şûna wê, bi hemû hêza xwe êriş Xezayê dike ji ber ku dixwaze armancekê pêk bîne ku tunekirina fermandariya leşkerî ya li wir e.

Li gor El Hura, girêdana pêşerojî di navbera Îran û fermandariya mayî ji Hemasê de dê bandor li her senaryoyeke kurt yan jî astnavîn ên şerê navbera Hemas û Îsraîlê bike.  

(şx)