`Armanca dewleta Tirk rê li pêşiya komên terorîst bê vekirin′

Endamên saziyên sivîl ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê rê li pêşiya çeteyan veke. Her wiha diyar kirin ku dê li hember wan êrişan li ber xwe bidin.

`Armanca dewleta Tirk rê li pêşiya komên terorîst bê vekirin′
22 mijdar, 2023   06:43
DÊRAZOR

Serokê meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê- şaxê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Yehye El Elî got, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê mafên mirovan binpê dikin û jiyana sivîlan dixin xetereyê.

El Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseteke faşîst li dijî vîna gel dimeşîne û beyî guh bide karesatên bi serê xelkê herêmê de tîne, hewl dide bi tevahî rêbazan berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne.

Her wiha Yehya El Elî diyar kir ku zêdebûna êrişên dewleta Tirk berdewama siyaseta mêtingeriyê ye. Yehya El Elî bang li hêzên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên parastina herêmê û hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker de bînin cih.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Herêma Rojhilat Eyşe El Mudehî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi kiryarek tirsonekan û nîşaneya bêçarebûna wê li hember berxwedana gelê herêmê nirxand.

Eyşe El Mudhî anî ziman ku armanca sereke ya dewleta Tirk, ew e ku rê li pêşiya komên terorîst veke ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Lê em serî natewînin û amade ne xwe û welatê xwe biparêzin.”

Endama Meclisa gundewarê rojhilatê Dêrazorê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Merwa El Ehmed jî got, dewlet Tirk a dagirker ji nekarî planên xwe li Sûriye, nexasim li Dêrazorê pêk bîne, lew ra êriş herêmê dike.

Merwa wiha domand: “Em gelek bi hêz û berxwedêr in. Em ê heta serkeftinê bi dest bixin li ber xwe bidin. Em ê li hember aliyên dixwazin yekitiya me û ewlehiya li herêmê têk bibin, bisekinin.”

(şx)

ANHA