Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj

Egîd Roj bi şoreşa Rojava re çek û kamera hilgirtin, berê xwe da qada şer û berxwedanê. Tev li berxwedana Efrîn, Şehba û Helebê bû û di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bû.

Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
Rêwiyê heqîqetê û dengê berxwedanê; Egîd Roj
15 sibat, 2026   08:59
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Di şoreşa Rojava de çapemenî û agahîdayîn erkeke têkoşînê ye ku gelek keç û xortên Rojava hilbijart. Di nava wan de jî şehîd Egîd Roj bû nûçegihan da ku bibe dengê heqîqetê û şahidê têkoşîn û berxwedana Rojava. Çek û kamera bi hev re hilgirtin, berê xwe da eniyên şer, kampên koçberan û qadên şer, hemû ziraviyên berxwedanê belge kirin û bû parçeyekî berxwedana Rojava. 

Egîd Roj (Şervan Sîdo) 4`ê Çile 1997`an li bajarê Efrînê ji dayik dibe. Malbata wî bi welatparêzî, şehîd û berxwedana xwe tê naskirin. Bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd re mezin bû, nirx da girêdana bi axê ve û rûmetê. Di temenê xwe yê biçûk de beşdarî şoreşa Rojava dibe. 3 xwişk û çar birayên wî hene. Di nava malbateke çalakvan û berpirsyar de mezin bû û fêrî jiyana hevbeş bû.

EVÎNDARÊ ZANISTÊ BÛ

Egîd heyanî refa dehemîn xwend. Gelekî ji xwendin, lênûs û pirtûkan hez dikir. Zanist rêya fêmkirina cîhanê û guhertina wê didît. Dibistan ji bo wî ne tenê mase û fêrgeh bûn, cihê gihîştina xeyal û armancên xwe didît.

Dayika Egîd Roj Saedet Tewfîq Şeira got Egîd ji zaroktî ve bêdeng bû, dilpak û dilsoz bû. Ji dibistanê gelekî hez dikir, her tim dixwend û lêkolîn dikir ji bo xwe pêşbixîne, ne tembel bû û kedkar bû. Hîna wî dixwend li herêmê gelek pêşveçûn çêbûn û bi destpêkirina şoreşa Rojava re sala 2012`an ket rewşa ku biryar bide yan wê xwendina xwe berdewam bike yan jî wê tevlî şoreşê bibe û parastina xak û rûmeta gelê xwe bike.

JI QADÊN PARASTINÊ DERBASÎ ÇAPEMENIYÊ BÛ

Destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an hevalê Egîd tev li şoreşê dibe. Heyanî demekê li xebatên parastinê dimîne, piştre jî bi çekê re pênûs û kamerayê radike û tev li xebatên çapemeniyê dibe. Salên dirêj xebatên çapemeniyê li hemû qadan dike.

Dayika wî Seadet Tewfîq Şeira got Egîd ji destpêkê ve ji kamerayê hez dikir û ji wê re digot ez dixwazim te li pêşiya kamerayê bibînim.

ŞAHIDÊ BERXWEDANÊN EFRÎN, ŞEHBA Û HELEBÊ

Şehîd Egîd bi xebatên xwe yên çapemeniyê re bû şahidê ziraviyên hemû şer û pevçûnan. Berxwedana Efrîn, herêma Şehba û bajarê Helebê belge dikir û tevlî hemû çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê yên li dijî çeteyan bû.

Sala 2018`an du mehan li Efrînê bi şervana re bû û berxwedana li hemberî dagirkirina Tirkiyê kêlî bi kêlî belge dikir û dighand raya giştî.

Piştî dagirkirina Efrîn û derbasbûna koçberên Efrîn li Şehba hevrê Egîd jiyan û têkoşîna koçberên Efrîn û Şehba dişopand û ji cîhanê re radigihand.

BERXWDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ BELGE KIR

Bi ketina rejîma Baasê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Şehbayê kir. Piştre êrişên dagirkiriyê birin ser Bendava Tişrînê. Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrişan da. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an heya 5’ê Gulana heman salê (roja serketina berxwedanê bendavê) ji bo parastina bendavê û piştgiriya şervanan, kom bi kom nobeta parastina bendavê digirt. Rojnamevan Egîd Roj bi pênûs û kamereya xwe berxwedana bendavê û êrişên dagirkirinê dişopand. Lê dewleta Tirk a dagirker wekî her car ji dengê heqîqetê ditirse, di 15’ê Sibata 2025’an de bi dronekê rojnamevan Egîd Roj şehîd xist.

PEYAMA ŞEHÎD EGÎD ROJ

Egîd Roj beriya ku şehîd bikeve peyamek nivîsandibû. Beşeke peyama wî wiha ye:

"Va ye ez gotinên xwe yên dawî ji dilê şer, ji we re dinivîsim. Dengê bombeyan her tiştî li dora min wêran dike. Li ser xaka me ya pak a ku her dem çavkaniya hêz û hêviya me ye. Ez ji we re li ser qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye tomarkirin û li ser sekna ku tenê yên li vir dibînin, dinivîsim. Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bu wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bibîr bînim."

Şehîd Egîd Roj di peyama xwe de behsa xeyala xwe ya rizgarkirina Efrînê dike û dibêje: “Kolanên Efrînê wê mîna rojên xwe yên xweş bi coş û hêviyê dagirtî be. Hêvîdar im zarokên wê bê tirs vegerin û li taxên wê bileyizin û tava azadiyê li çiyayên wê bibiriqe û tarîtiya dagirkeriyê ji holê rabike. Efrîna ku min bi dil û can jê hez kir û her tim çavkaniya îlhama min e, çiqasî dem bikeve navberê jî ev hest bi dawî nabe."

Şehîd Egîd Roj peyama xwe wiha bi dawî dike: “Hevalino, ez ne tenê rojnamevan bûm, şahidê dîrokê bûm û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ez ê wisa dewam bikim. Xwazî min Efrîna rizgarkirî bidîta. Lê ez di wê baweriyê de me ku ev hesta serketinê û vegerê wê ji aliyê gelê me ve bê jiyandin.”

MERASÎMA GIRSEYÎ YA XATIRXWESTINÊ

Cenazeyê şehîd Egîd Roj bi merasîmeke girseyî ji aliyê hezaran kes ve li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê bajarê Hesekê hat veşartin.

Dayika şehîd Egîd Roj anî ziman ku bîranênên Egîd ên ji zarokatiyê heya hezkirina wî ya ji kamereyê wê di dilê wê de bimîne û got, Egîd ne tenê kurê wê bû, lê di heman demê de giyanekî pak e.

Nûçegihana me Henar Îbrahîm jî kêliyên berxwedana Bendava Tişrînê jiya, bi van gotinan bîranînên xwe yên bi şehîd Egîd Roj re parve dike: "Ez û şehîd Egîd me çend rojan bi hev re kar kir. Min ji nêzîk ve ne tenê wekî rojnamevan, lê di heman demkê de wek mirovekî xwedî exlaqekî bilind û rihekî cuda nas kir. Şehîd Egîd gelek dilnizm bû. Xizmeta her kesî dikir. Alîkarî dida mezin û biçûkan. Di dayîna alîkariyê de dereng nedima. Tevkarî wekî erkeke xwezayî didît."

Henar Îbrahîm anî ziman ku tevî xetereyan û mercên dijwar şehîd Egîd timî rû li ken bû û got: "Hebûna wî rihetî dida derdorê, mîna ku di hundirê wî de ronahiyek heye, ne dengê balafiran û ne jî topan nikarin wê ronahiyê vemirînin."

Henar Îbrahîm destnîşan kir ku rojên li bendava Tişrînê borandine wê di bîra wê de bimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Ew roj aliyekî mirovî yê kûr di kesayeta şehîd Egîd Roj de aşkera kirin. Ev alî li pêşiya karê rojnamegeriyê bû û ji xetereyan mezintir bû."

ANHA