Mezlûm Ebdî hûrguliyên hevdîtina xwe bi şandeyeke Kongres Amerîkî re eşkere kir

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, diyar kir ku wan di hevdîtina bi şandeyeke endamên Kongresa Amerîkî re, bi serokatiya Senator Lindsey Graham, li ser piştgiriya ku wan di vê serdema krîtîk de ji bo Sûriyeyê û gelê wê peyda kirine, gotûbêj kirin.

Mezlûm Ebdî hûrguliyên hevdîtina xwe bi şandeyeke Kongres Amerîkî re eşkere kir
14 sibat, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî got ku ew di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 2026`an de bi şandeyeke endamên Kongresa Amerîkî re civiya. Şand bi serokatiya Senator Lindsey Graham bû û Senator Sheldon Whitehouse, Jackie Rosen, Peter Welch û Andy Kim jî di nav de bûn.

Ebdî bi postekê diyar kir ku endamên şandeya Amerîkî di demên dawî de di nav alîgirên herî berbiçav ên mafên gelê Kurd û QSD`ê de ne.

Ebdî da zanîn ku şandeyê roleke girîng di piştgiriya doza Kurdî de, hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla pratîkî ve lîstine, bi rêya çend insyatîf û pêşnûme qanûnan, bi taybetî "Qanûna Parstina Kurdan " û da zanîn ku ew qanûn gaveke girîng e û piştgiriyeke zelal ji bo parastina maf û aramiyê nîşan dide.

Ebdî spasiya xwe ji endamên Kongresê re pêşkêş kir, ji bo piştgiriya wan a berdewam bo aramiya herêmê û alîkariya wan ji bo Sûriyeyê û gelê wê di vê serdema krîtîk de, û diyar kir ku ew hevkarên bingehîn in di pêşvebirina nirxên edalet û azadiyê de.

(k)