Rêwîtiya koçberiya di bin gulebaranê de

Malbata apê Qaziklî Xelîl ku ji ber êrişên çeteyan ji Reqayê ber bi Hesekê ketin rê, di rê de rastî êrişê hatin. Di wesayîtê de cîrana wan Semîra Ebdurehman ku pitika wê ya 5 mehî li ber bedena wê bû jiyana xwe ji dest da û du kurên apê Qaziklî birîndar bûn. Apê Qaziklî dibêje: “Em dixwazin vegerin Efrînê, lê heta çeteyên dewleta Tirk li wir bin, em venagerin”.

Rêwîtiya koçberiya di bin gulebaranê de
16 sibat, 2026   07:40
QAMIŞLO

19’ê Çileyê (2026) Wesayîtek ku zarok, ciwan, jin û kal, bi giştî 15 kes tê de, li ser rêya Sebeh El- Xêr a di navbera Reqa û Hesekê de rastî êrişa çeteyên dewleta Tirk û eşîrên Ereb hat. Çeteyan wesayît rasterast gulebaran kir. Jina bi navê Semîra Ebdurehman ku pitika wê ya 5 mehî di hembêza wê de bû, ji serê xwe guleyek xwar û jiyana xwe ji dest da. Sê gule jî li lingê du ciwanan ket. Wesayît ji ber gulebaranê ma di nîva rê de, birîndar û cenaze heta nîva şevê di nava zarokan de ma.

Ev serpêhatiya du malbatên Efrînî ye ku ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk û eşîrên Ereb ên li Reqayê bi serê wan hatiye. Bi hezaran çîrokên heman awayî hene.

Apê Qaziklî Xelîl wiha qala serpêhatiya koçberiya dirêj a malbata xwe dike.

Malbata apê Qaziklî ji gundê Çeqela yê Efrînê ye. Sala 2018’an dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Efrînê kirin û serpêhatiya koçberiyê dest pê dike. Malbat destpêkê ji gundê Çeqelan ê Efrînê derbasî navçeya Mebata dibin. Piştî mehekê ji wir berê xwe didin navenda Efrînê. Piştî êriş digihin navenda Efrînê malbat berê xwe dide Şehbayê û 8 salan di rewşên zor û zehmet de, li Şehbayê dimînin.

Piştî di 27’ê Mijdar 2024’an de êrişên li ser Rejîma Baasê dest pê kirin, 4’ê Kanûnê di nava rêwîstiyek zor û zehmet de derbasî Reqayê bûn. Piştî salekê vê carê di 6’ê Çileyê (2026) de dîsa çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta demkî ya Şamê êrişî gelê Kurd kir. Êriş ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kirin. Çeteyên dewleta Tirk, şaneyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta demkî di 17`ê Çileyê de êrişî Dêr Hafir û Tebqayê, 18`ê Çileyê jî êrişî Reqayê kirin.

Bi hezaran malbatên Efrînî, Serêkaniyê û malbatên Kurd li bajarên Tebqa û Reqayê dijiyan, ji ber êrişan berê xwe dan bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê. Malbata apê Qaziklî jî yek ji wan malbatan bû ku li Reqayê dijiyan û dîsa ketin ser rêya koçberiyê.  

Apê Qaziklî dibêje wan nekarî şeva 18’ê mehê de ji Reqayê derkevin, li benda sibehê man û piştî sibeh ronî bûn hewl dan derkevin.

Sibeha 19’ê mehê tiştên xwe yê pêwîst kom dikin û di wesayîtekî de bicih dikin. Lê hîna ew li mala xwe ne, gelek kesan tiştên wan dizîne. Malbata ku ji 9 kesan pêk dihat, 6 kes jî cîranên wan û zarokên xwe siwarê wesayîtê bûn û berê xwe dan Hesekê.

Apê Qaziklî wiha qala rêwîtiyê dike: “Em li sê xalên kontrolê bi demjimêran rawestandin. Piştî em 100 meter ji xala sêyemîn dûr ketin, li herêma jêre dibêjin Sebeh El- Xêr di piştê de gule li me reşandin. Ez ranewestiyam û min wesayît ajot. Gule li ser me dibarîn. Tekereyên wesayîtê teqiya bûn û lastîk jê ketibûn. Min wesayît li ser hesinê tekereyê diajot. Bi wî şêweyî 30-40 km meşiyam. Piştî wê min wesayît rawestand.”

Dema apê Qaziklî li pişt wesayîtê temaş dike, cîrana wan Semîra Ebdurehman ku li ber bedena wê keça wê ya 5 mehî hebû guleyek ji serê wê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Malbat pitikê ji ber bedena wê digire. Du kurê apê Qaziklî jî ji lingên xwe birîndar bûne.

Malbat bi birîndar û cenazeyan re, di sermaya şevê de heta demjimêr 02.00 li ser rê dimînin. Malbat xwe digihînin saziyên tendirûstiyê, çete rê girtine kes nikare xwe bigihîne wan. Wesayîtek ji gundek nêz tê gel wan, heta nêzî Şedadê wan tîne, lê dîsa wesayît xirab dibe. Vê carê Ambûlans tên û wan ji wir tînin Hesekê.   

Piştî asta êrişan kêm dibe, apê Qaziklî ji bo kontolkirina wesayîtê hinek kesan dişîne ser rê, lê dîsa her tiştê wan (pere û hinek zêr) hatine dizîn. Tenê hesinê wesayîtê maye li ser rê.

Malbat ji Hesekê derbasî bajarê Qamişloyê dibin û li dibistana Mihemed Elî Zeynel ku 46 malbatên Efrînî lê dimînin bicih dibe.

Apê Qaziklî dibêje: “Tiştek me nemaye, pêwîstiya me bi her cûr alîkarî heye. Hinek alîkarî gihiştin me, lê ji ber em bi cilên li ser xwe gihan Qamişlo, alîkarî pêwîst e. Em dixwazin vegerin Efrînê, lê heta çeteyên dewleta Tirk li wir bin em venagerin. Heta sedê sed em bizanin ew derketine, paşê em ê vegerin.”

(bî-jh)

ANHA