’Komploya li ser Rojava wê weke ya 15`ê Sibatê têk biçe’

Xelkê Dirbêsiyê gotin, komploya li ser Rojava berdewama komploya 15`ê Sibatê ye, bi berxwedana gel dê ev komplo jî têk biçe.

’Komploya li ser Rojava wê weke ya 15`ê Sibatê têk biçe’
16 sibat, 2026   02:35
HESEKÊ

Xelkê bajarê Dirbêsiyê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15 Sibat 1999) şermezar kir û got, bi berxwedanê dê careke din komployê têk bibin.

Endamê Meclisa bajarê Dirbêsiyê Mihemed Salih Mihê bi bîr xist ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî ye û got: "Îstîxbaratên Tirk, Îsraîl û Amerîkayê jî di nav de gelek aliyan cihê xwe di vê komployê de girt. Dixwestin bi komployê dawî li ramanên Rêber Apo bînin."

Mihemed Salih Mihê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket da xwîn li Kurdistanê nerije û heqîqeta dijminahiya dewleta Tirk a li demokrasiyê û mafên gelê Kurd derxe holê.

Mihemed Salih Mihê îşaret bi vê yekê kir ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan projeya wî bidawî nebû, lê belê biryara gel û têkoşîna wê ya parastina ramanên wî xurtir bûn.

Mihemed Salih Mihê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ku dîwarên Îmraliyê derbas kirin û li her deverê belav bûn, hişt ku komplo têk biçe.

Endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbesiyê Xelîl Dawûd Qado diyar kir ku êrişên li ser Rojava berdewama komploya 15`ê Sibatê ye û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Komploya 15`ê Sibatê navneteweyî bû. Heman senaryo li Rojavayê Kurdistanê dubare bû. Bi êrişên li ser Rojava dixwazin nasnameya gelê Kurd biperçiqînin û projeya neteweya demokratîk têk bibin. Gelê Kurd li hemberî komployan derket, ji bo nasname û hebûna xwe biparêze li ber xwe dide. Hêzên navneteweyî ji bo fikirê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê bi dawî bikin, êrişî Rojava dikin."

Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Dirbêsiyê Ebîr hesen axivî û got: "Bi hezaran jin li hemberî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û parastina fikirê neteweya demokratîk kirin. Her wiha şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê sala 2012`an) komplo têk bir. Projeya neteweya demokratîk li nav hemû pêkhateyên Sûriyeyê belav bû. Ji ber vê yekê êrişî Rêveberiya Xweser kirin. Bi van êrişan xwestin derbe li projeya xwişk û biratiya gelan bixin, fitnê têxin navbera pêkhateyan û şer çêbibe. Gelê Kurd şer naxwaze lê belê mafê me heye em parastina hebûna xwe bikin. Yekitiya gelan û hevgirtina wan wê komployê têk bibe."

ANHA