Şerê Rûsya û Ukranyayê dewam dike: Gelek qurbanî çêbûne

Di şerê du rojan ên navbera Rûsya û Ukranyayê de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha zerar li tesîs û avahiyên niştecihan bûn.

Şerê Rûsya û Ukranyayê dewam dike: Gelek qurbanî çêbûne
27 tîrmeh, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata xwecih a Rûsyayê ragihand ku di encama êrişên bi balafirên bê mirov ên Ukranyayê li ser bajarên Rostov-on-Don û Belgorodê yên li başûrê Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Waliyê herêma Rostov-on-Don, Yuri Slyusar diyar kir ku 2 hevjînên hev hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de 2 kes rewşa wan nebaş e. Waliyê herêmê destnîşan kir ku bermahiyên balafira bê mirov bûn sedema şewatan li gelek devegeran, di nav de depo û pencereyên avahiyekê şikestin.

Rayedarên herêma Belgorodê jî ragihand ku di êrişa dronan de 2 jê zarok 12 kes hatin kuştin û şewat li avahiyeke niştecihan derket.

Li gorî rayedarên Ukraynayê, di êrişên bombeyî yên rêberkirî û êrişên bêmirov ên li ser bajarê Zaporizhzhia de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Di êrişa bi heman rengî ya li ser herêma Sumiyê de jî 5 kes birîndar bûn.

Ev êriş piştî ku roja yekşemê, Rûsyayê êrişên berfireh li ser Kîev û herêmên din ên Ukranyayê pêk anî rû da. Li gorî rayedarên Ukraynayê, di encamê de herî kêm 6 kes hatin kuştin.

Hêza Hewayî ya Ukranyayê da zanîn ku Rûsya di saetên êvarî de bi 7 mûşekên balîstî û 136 balafirên bê mirov êriş kiriye. Yek ji wan êrişan jî li ser dikanekê li Tişîrnîhêv (Chernihiv) pêk hat, di encamê de zarokekî 9 salî di nav de, 2 kes hatin kuştin û  25 kes birîndar bûn.

Hate ragiahndin ku di encamê êrişên bi balafirên bê mirov ên li ser Kharkivê de kesek hat kuştin û 16 jî birîndar bûn. Di êrişa li ser Zaporizhyayê de jî kesek hat kuştin û 6 birîndar bûn.

Şîrketa Naftogazê ragihand ku di êrişa li Slovyanskê de 2 karmendên wan dema hewl didan alîkariya şêniyan bikin hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di encama êrişeke balafirên bê mirov ên Ukranyayê li ser bajarê Horlivka ya ku li Donetsk a di bin kontrola Rûsyayê de ye 4 sivîl hatin kuştin.

(sb)