Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî dê li ser perwerdeyê civînekê li dar bixin

Tê payîn ku hefteya bê li ser rewşa perwerdeyê û mekanîzmaya naskirin û pejirandina sertîfîkayên Rêveberiya Xweser civînek were lidarxistin.

Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî dê li ser perwerdeyê civînekê li dar bixin
21 nîsan, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji hikumetê û yên Rêveberiya Xweser ji ajansa me re da zanîn ku tê plankirin ku civînek li parêzgeha Hesekê were lidarxistin. Dê nûnerên Desteya Perwerdeyê û Koordînasyona Zanîngehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha Wezaretên Perwerdeyê û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê beşdarî civînê bibin.

Li gorî çavkaniyan, dê di civînê de mekanîzmaya naskirin û pejirandina sertîfîkayên xwendinê yên Rêveberiya Xweser di hemû astên perwerdeyê de, werin nîqaşkiri.

(k)