Li Xezayê 4 kes hatin kuştin

Li Xezayê di êrişa artêşa Îsraîlê de 4 kes hatin kuştin.

Li Xezayê 4 kes hatin kuştin
21 nîsan, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di êrişa li taxa Emel a bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê de 3 kes hatin kuştin û di êrişa keştiyeke şer a Îsraîlê ya li ser herêma Selatîn a rojavayê Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê de jî jinek hat kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê da zanîn ku ji destpêka ragihandina agirbestê (Cotmeh 2025) ve 757 filistînî hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di heman maweyê de 5 leşkerên wê hatine kuştin.

(bb)