Rewşa nediyar dewam dike

Rêveberiya Tehranê nûçeyên têkildarî hevdîtinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re yên li Pakistanê derewand.

Rewşa nediyar dewam dike
21 nîsan, 2026   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku ji bo muzakereyên bi DYA'yê re yên li Pakistanê heta niha ti heyet bi rê neketiye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ne heyeta esasî ne jî ya duyemîn a Îranê ji bo çûyîna Îslamabadê bi rê neketiye."

JI BO BIDAWÎBÛNA AGIRBESTÊ KÊM MA

Dema agirbesta navbera Îran û DYA'yê ku 8'ê Nîsanê kete meriyetê kêm ma. Serokê DYA'yê Donald Trump diyar kiribû ku agirbest wê li gorî dema DYA'yê êvara Çarşemê bi dawî bibe.