Şîlan Kobanê sembol û senfoniya huner û xweşikbûnê ye - Hêvîdar XALID
Piranî mirov bandorên xweşik piştî çûyîna xwe dihêlin û di bîrewarî, dil û rih de dimînin. Di bîreweriya hemû azadkeran de dibin deqên nemir û mirov nikare ji bîr bike. Ji ber ku bi gotin û dozên nêzî rihên me hestên me melisandin.
Ji gelek civak û gelan ferdên cuda ji jin û mêran hene, bi têkoşîna xwe ya dewam û fedakariya xwe ya mezin û bi tiliyên xwe destkeftî pêk anîn. Bi fikrên xwe yên ronak rûpelên nû di dîroka welatên xwe de vekirin û destanên xweşik bi tîpên layiqî neslê xwe nivîsandin û rûyê rast ku hewl didin bi israr derxin, aşkera kirin.
Di dîroka gelê Kurd de jin bi rolên girîng rabûn. Jinan bi têkoşîn, çand, dayîn û pêkanîna rolên xwe yên neqalib di civaka xwe de ew rist pêk anîn; ji parastina çanda xwe ya resen bigire heta bi parastina malbat, civak û welatê xwe li dijî xetere, êrişên derve û gelek aliyên din bandorek di bîrewariya gelê xwe de hiştin.
Di têkoşîna gelê Kurd a çandî û civakî de gelek jin ku xwedî daxmayên taybet û nimûne bûn, derketin. Ew kesayet di aliyên pêşxistina çand, huner û parastina nasnameya Kurd de ji têkçûyînê, nayên jibîrkirin. Ji ber ku siyasetên çewsîner ên li dijî Kurdan ji salên dirêj û heta roja îro timî hewl didan Kurdan îmha, tune û înkar bikin.
Bi destpêkirina şoreşa rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê bi serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan re, berbangeke nû ya dîroka jinan dest pê kir. Bi sedan keçên Kurd tev li têkoşîna şoreşgerî bûn. Têkoşera Kurd Şîlan Baqî yan jî Şîlan Kobanê yek ji wan keçan e ku xwe di nava tevgerê de dîtiye û tevger cihê hêrsa xwe li dijî siyasetên birêxistinbûyîna baviksalar ku bi vîna jinan kontrol dikin, derbirîne û tev li tevgerê bû. Şîlanê dît ku di tevgerê de dê li dijî têgehên zîhniyeta eşîrtî û desthilatdariyê ku li ser wan dihatin ferzkirin, bisekine. Belê ew Kurda kobanîyî ye ku israr kir bi nepenî berê xwe bide dibistanê. Ji ber ku civaka bajarê wê ya wê demê çûna keçan li dibistanan red dikir. Bi çûna dibistanê re Şîlanê xewna xwe pêk anî û karî bi israr li hember pergala eşîrtî bisekine.
Şîlana keça bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz a xwedî nirxên neteweyî yên rast de jiya. Di nava ferdên malbata xwe de bi jêhatîbûna xwe ya di xwendinê de dihat naskirin, karî helwestên malbata xwe ya çûna keçan li dibistanan biguherta. Şîlan di sala 1980′î de tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û têkoşîna wê di koma Agirî ya hunerî ya li bajarê Helebê ya Sûriyeyê de dest pê kir û yek ji damezrînerên komê bû.
Di wê salê de bi kesayet û fikra Rêber Abdullah Ocalan ve hate girêdan. Di 1988′an de tev lê nava refa tevgera azadiya Kurdistanê bû. Piştî perwerde li Akademiya Mahsûm Korkmaz a leşkerî ya li Lubnanê de standin û têkoşîna xwe li Lubnan û Sûriyeyê pêk anîn, di 1991′ê de berê xwe da çiyayên Kurdisatnê ku têkoşîna xwe dewam bike. Ji yekemîn jinên li dijî desthilata Sûriyeyê serî hildaye û li hember îşkenceyê li ber xwe daye. Xwedî vîna xurt bû û serî ji zulm û desthilatê re netewand. Ew ji bo tevahên hevalên xwe xwedî jêdera hêz û baweriyê bû û di her bişirîneke rûyê wê de nameya hezkirin û aştiya mayînde hebû.
Di bihara 1995′an de Kongreya 1′emîn a Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) hate lidarxistin û Şîlan weke endama Komîteya Navendî hate hilbijartin. Her wiha bo yekîneyên leşkerî yên jinan li ayaleta Zagrosê hate erkdarkirin. Di 2003′yan bi lidarxistina Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li çiyayên Kurdistanê re Şîlan bo endametiya Komîteya Navendî hate hilbijartin.
Têkoşîna xwe li Rojava dewam kir, beşdarî gelek çalakiyên rêxistinî bû. Di demeke kurt de îstîxbarata Sûriyeyê agahiyên li ser hebûna wê ku li Rojava ye wergirtin. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û têkbirina rihê berxwedanê li gel têkoşerên azadiyê ji hêla dewleta Tirk ve û têkbirina rola fermandar Şîlan li hundirê Sûriyeyê û Rojava ji hêla rejîma Sûriyeyê ve, di 29′ê Mijdar 2004′an de saziyên îstîxbarata Sûriyeyê komployek pêk anî û ajanên xwe yên li Iraqê û hin xayîn ji Kurdan bi kar anîn, dema Şîlanê erka xwe li er sînorê Iraq-Sûriyeyê pêk dianî hate sîuqastkirin. Şîlan tevî 4 hevrêyên xwe; Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl ve bi destê îxanet û xedrê hatin şehîdxistin.
Belê Şîlan ′Meysa Baqî′ rastî û cewhera jina Kurd e ku serî li dijî zihniyeta baviksalariyê hildaye. Ew xwedî vîna azad e ku li ser şewq û fikra Rêber Apo û feslefeya wî meşiyaye. Şîlan nimûneya aşkera ya şikandina qeydên koletiyê li ser jina Kurd bû. Red kir ku di destê rejîmên destpot de bibe alav. Bi têkoşîna xwe li dijî têgehên rejîmên paşvemayî sekinî, ne tenê li herêma Rojhilata Navîn, lê belê li tevahî cîhanê û di kesayeta wê de kaniyên afirandin, exlaq, bawerî û lehengiya nava refên PKK′ê derbûn. Em nikarin bêyî van tiştan li ser têkoşîna şehîd Şîlan biaxivin, ji ber ku ew ne şahidê destana vejînê ya gelê me bû, lê ji wê zêdetir ew bi xwe di hemû qonaxan re derbas bû û rola pêşeng lîst.
Şîlana Kurd, bi têkoşerî, fermandarî, wêjevan, zana, rojnameger, şoreşger, rewşenbîr bi cilên xwe yên leşkerî û rûyê xwe yê firîşteyê, her wiha bi taybetmendiyên xwe yên xwedî têkiliyên kûr bi hevrêyên xwe li çiyayên Kurdistanê re hate naskirin. Bi wê yekê bandoreke kûr li her kesên ew nas dikir hişt. Di dirêjahiya têkoşîna xwe de li rastiyê digerîn û xwe di tevahî aliyên jiyanê û taybetmendiyên fikir û çandî de kûr kir. Bi wê re şerekî rastiyê li dijî xuyang û xisletên paşvemayînê pêk anî û şoreşeke li dijî tevahî aliyan li dar xist.
Destpêkê Şîlanê di têkoşîna xwe ya lêgerîna li rastiya jinê de afirîner bû û dûre xwe di dîroka bi hezar salan de kûr kir. Di oxira pêkanîna rêgezên îdeolojiya rizgariya jinan de ku Rêber Apo di 8′ê Adara 1998′an de pêşkêş kiriye, tê koşiya. Blokek ji çalakî, zindîbûn û dayînê bû, mixabînî yan jî bêhêvîtî nas nedikir. Jiyana xwe ji bo têgihîştina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û kûrkirina di analîzên wî yên der barê jin, dîrok, kesayeta Kurd û kesayeta şoreşger û fermandariyê de, pêkanîna wan di jiyanê de, derbas kir.
Ji hevrêyên destpêkê yên ku di artêşbûna jinên Kurd li çiyayên Kurdistanê de beşdar û alîkar bû. Ji gerîlayên jin ên destpêkê ku erkên fermandariya leşkerî û hîna di ciwantiya xwe de ye, wergirt. Di têkoşîna xwe de îsbat kir ku jina Kurd dikare fermandariya yekîneyên leşkerî li hember artêşa Tirk bi tenê pêk bîne, qalibê jin pê dihatin naskirin, şikand. Hevrê Şîlan ne tenê di rêveçûna kar û barên yekîneyên leşkerî de bi ser ket, lê belê di fermandariya eniyên şer ên germ de jî li tevahî qadan bi ser ket.
Li kêleka xebata xwe ya leşkerî, di destpêka rêveçûna xwe ya şoreşgerî beşdarî aliyê hunerî jî bû û gelek destkeftiyên bêhempa di aliyê çandî de pêk anîn. Hewl da xwe di aliyê rewşenbîrtiyê de xurt bike û tev li projeyên wêjeyî di aliyên rêxistinî û berhemdanê de bû. Saziya çapemenî û çandî ya tevgera azadiya Kurdistanê bi rê ve bir, roleke girîng di van saziyan de bi nivîsên xwe yên siyasî û çandî de lîst û bi navê ′Cejna Kulîlkan′ dîwaneke xwe ya helbest ku hestên wê li ser duristbûn û cesaretê ye, derxist.
Di parastina refên rêxistina jinan de roleke girîng lîst da ku têkoşîna xwe ya li ser fikra Rêber Apo ya li hember hewldanên tesfiyekirina tevgera Kurdistanê de dewam bike. Şehîd Şîlan bi hêza xwe ya xurt û helwestên xwe îsbat kir ku gerîlayeke bo fikra partî û Rêbertî wefadar e û nimûneya têkoşîna partiyê ye.
Belê Şîlanê di biçûkaniya xwe de jiyana xwe di têkoşîn û berxwedanê de derbas kir. Ew xwedawenda welatê hiqûq û heqîqetê ye, kulîlka hezkirin û jiyanê ye, weke lehiyekê ber bi jiyan azad ve kete rê. Ji dema çavên xwe li dinê vekiriye ve, li hember êşê sekinî û çêja wê kir. Ji rûyê wê yê zarokatî –firîşteyî sadebûn difore. Gotinên wê yên xweşik dikevin wijdanê mirov. Ji dema min pirtûka wê ya bi navê ′Ji ber ku ez jin im′ xwendiye ve bala min hemû analîzên wê yên li ser jiyanê kişandin.
Dema ku min rojnivîska wê xwend, min xeyal kir ku ew xîtabî min dike, bi kêf û şahîyeke ku nayê vegotin, bi min re dipeyive... Ew mîna kulîlkeke xweşik e, di tevahiya jiyana xwe de bi serbilindî jiya. Serbilindiya wê bi gotin û peyvan nayê vegotin.. Ew tijî berîbûn (bêguneh) e. Mîna sosinek geliyê ku bextewariyê vedigerîne her kesî. Kulîlka nêrgizê ye ku rêz û hurmetê ji hest û ramanên kesên din re digire û hestên wan dinirxîne, navê wê Şîlan tê wateya kulîlka jiyanê û bêhna wê ya hêja.
Başbûnên wê yên min nas kirine ji min re bûn hêzek. Min zanî ku Şîlan ne wekî hemû keçên din jiya. Ez fêr kirim ku em rêya hemû keçên di tarî û nezantiyê de dijî ronî bikin. Ez fêr kirim ku jiyan ne tenê awazên mûzîkê ye. Ew ne helbesteke li ser lênûksa rojnivîska me ye, lê belê ew ji çem û deryayan dirêjtir û mezintir e. Belê ew xwedî şanseke mezin e, xwedî heybet û xweşikbûneke nayê wesifkirin e. Li ser rûyê wê nîşaneyên mezinbûnê hebûn.
Hevrê Şîlan rêyeke aşkera ya girêdana xwe bi rêgeza rastiyê re çêkir û xwe spart fikra dûrî gotin û valahiyê û di jiyana xwe de pratîkbûn kir esas. Kesayeta wê; kesayeteke serî ji têgehên çewt an jî têgehên dûrî fikra Rêber Apo re natewîne.
Tu yê her tim li tevahî xaka pîroz bimînî ronahiya têkoşînê û ji şoreşgeran re dibistan bî ku rih û lehengiyê ji te wergirin. Ji ber ku mirov helwest e û helwest jî fedakarî ye û fedakarî jî meşaleyên ronahiyê ye ku tarîtiyê ji rêya azadiyê bi dûr dixin. Lenîn dibêje “Rewşenbîr çavên civakên xwe ne” û Şîlan jî îro ji bo rewşenbîran lêveger e, ew jî piştî di bîrewarî û wijdana hemû Kurdan de bû pîroziyek û cihê xwe di dilê gelê Kurdistanê de hişt.
(fr)