Rêveberiya Xweser li Reqayê mazota zivistanê belav dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê mazota zivistanê ya sobeyan li welatiyan belav dike.

Rêveberiya Xweser li Reqayê mazota zivistanê belav dike
Rêveberiya Xweser li Reqayê mazota zivistanê belav dike
Rêveberiya Xweser li Reqayê mazota zivistanê belav dike
Rêveberiya Xweser li Reqayê mazota zivistanê belav dike
Rêveberiya Xweser li Reqayê mazota zivistanê belav dike
27 gulan, 2024   07:35
REQA

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê ji 16'ê Gulanê ve dest bi belavkirina mazota germkirinê kiriye. Belavkirin dê heta dawiya sala 2024'an bidome da ku di dema guncaw de bi temamî mazot were belavkirin.

Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15'ê Gulanê de ragihand ku wê dest bi belavkirina mazota germkirinê kir. Rêveberiyê diyar kir ku her malbatek 300 lître werdigire û her lîtreyek bi 7 sentan e.

Karta mazotê bi rêya komîteyên ji hêla gerînendetiya sotemeniyê ve hatine erkdarkirin tê aktîvkirin. Komîte belgeyên welatiyan, kara sotemeniyê û karta serjimariyê teqez dike. Xwediyê kartê jî dikare yan bi rêya stasyonan an jî bi rêya stêrên mazotê para xwe wergire.

Gerînendeyê Nivîsgeha Germkirinê Ebdulqadir El Hemûd ji ajansa me re got: "Me li bakurê kantona Reqayê dest bi belavkirina mazotê kiriye. Meclisa Gel a bajarokê Hikûmiyê aktîvkirina kartan bi dawî kir. Niha jî Meclisa Gel a bajarokê Kalta dest bi aktîvkirinê kiriye. Piştî bi dawî bû, dê kartên li gundewarên rojavayê bajêr werin aktîvkirin."

Hejmara kartên li kantona Reqayê 158 hezar û 150 kart e. Li kampan jî 867 kart e.

Hejmara stasyonên sotemeniyê yên kantonê û gundewarên wê 84 e, ji wan 4 taybet û 80 giştî ne.

(mh)

ANHA