’Doza Kobanê dijbertiya dewleta Tirk a li têkoşîna azadiyê nîşan dide’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm û endamê PYD’ê Elî El Salih piştgirî da siyasetmedarên girtî yên di ’Doza Kobanê’ û diyar kir ku "Girtiya siyasetmendaran siyaseta ya li dijî têkoşîna azadiyê nîşan dide."

’Doza Kobanê dijbertiya dewleta Tirk a li têkoşîna azadiyê nîşan dide’
27 gulan, 2024   03:45
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cezayê girtinê ku desthilata Tirk li siyasetmendarên Kurd ên bi ’Doza Kobanê’ biriye şermezar kir.

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm berxwedana siyasetmedaran ên ku piştgiriya berxwedanê Kobanê kirine, silav kir û diyar kir ku ev ceza, siyaseta dijminane ya dewleta Tirk a li dijî têkoşîna azadiyê, nîşan dide.

Ayat piştgiriya xwe bi girtiyên ’Doza Kobanê’ re anî ziman û got "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çi dikin bila bikin lê belê em dev ji jiyana bi rûmet û azad bernadin. Em dev ji hevgirtina xwe jî bernadin."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fadil El Ehmed îşaret bi siyasetên hovane yên dewleta Tirk li dijî siyasetmedaran kir û got: "Ev ceza, hovîtiya dewleta Tirk û siyaseta wê ya bêdengkirinê nîşan dide."

Hiqûqnas Elî El Salih jî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka êrişên li dijî Kobanê ve, siyasetmedarên ku piştgirî didan berxwedana Kobanê kirine, bi hicetên nerast û derewîn girtin. El Salih got, dewleta Tirk bi vê siyasetê dixwaze rê li pêşiya têkoşîna gelan û hevgirtina wan bigire.

(şx)

ANHA