ˊArmanc ji cezayên dîsplînê bêparhiştina Rêbertî ji mafê hêviyê yeˊ

Rewşenbîran li kantona Tebqayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û "cezayên dîsplînê" şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van cezayan armanc dike ku Rêber Abdullah Ocalan ji "mafê hêviyê" bê par bihêle.

ˊArmanc ji cezayên dîsplînê bêparhiştina Rêbertî ji mafê hêviyê yeˊ
ˊArmanc ji cezayên dîsplînê bêparhiştina Rêbertî ji mafê hêviyê yeˊ
ˊArmanc ji cezayên dîsplînê bêparhiştina Rêbertî ji mafê hêviyê yeˊ
27 gulan, 2024   02:35
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

25`ê Adara 2021`an Rêber Abdullah Ocalan 5 deqe bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîbû û ji wê demê ve ti agahî jê nayê girtin. Dewleta Tirk a dagirker, ji wê dîrokê ve, hevdîtinên malbatê û parêzeran li Rêber Abdullah Ocalan bi hinceta "cezayên dîsplînê" qedexe dike. Cezayê herî dawî 21`ê Gulanê bû ku qedexeya hevdîtinê bi malbat û parêzeran re heta 6 mehên din dirêj kir.

Rewşenbîr Mîlad Yûsif ê ji Tebqayê diyar kir ku desthilata Tirk ji 25`ê Adara 2021`an ve, tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û li hember vê tecrîdê, aliyên navneteweyî, mirovî û hiqûqî yên têkildar bê deng in.

Yûsif wiha domand: "Tirkiye bi birîna van cezayan, qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Ev ceza, derqanûnî ne û dûrî pîvanên dan û standina bi girtiyên siyasî re ne. Ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan ji `mafê hêviyê` bê par bihêle ew ceza hincet in."

Yûsif diyar kir ku desthilata Tirk bi rêya tecrîdê dixwaze, dozên nakok bê çare bihêle, vîna gelên azadîxwaz û yên ji bo azadiyê tê dikoşin bişikîne û wiha domand: "Lê çi dike bila bike, nikare vîna gelê herêmê têk bibe. Dewleta Tirk nikare vîn û îsrara gelê herêmê ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têk be."

Yûsif di dawiyê de got: "Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku rola xwe bilîzin, fişarê li desthilata Tirk bikin ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike, destûrê bide parêzer û malbatê ku bi wî re hevdîtinê bikin û tecrîdê bi dawî bike."

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê, rewşenbîr Amir Inad jî tecrîd, "cezayên dîsplînê" û bêdengiya navnteweyî ya li hember van siyasetên dijminane, şermezar kir.

Inad wiha pê de çû: "Tirkiye bi van sûcên di şexsê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de dixwaze rastiya siyaseta xwe ya kirêt veşêre."

Amir Inad bang li saziyên navneteweyî yên NY`yê, CPT kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, tecrîdê bi dawî bikin, rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.

Inad bal kişand ser rola gelên azad di temamkirina projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de û got: "Ji bo tunekirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê têkoşîn were mezinkirin."

)şx(

ANHA