Rêveberiya Xweser jinek û 4 zarokên DAIŞ'ê radestî Almaniyayê kirin

Rêveberiya Xweser ragihand ku şandeyeke Almanyayê serdana Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şande ji serokê beşa Karûbarên Qunsulî û Qanûnî ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Christian Klein û şandeya bi wî re pêk hat.

Rêveberiya Xweser jinek û 4 zarokên DAIŞ'ê radestî Almaniyayê kirin
2 gulan, 2025   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ragihand ku şandeyeke Almanyayê gihîşt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şandeya ku ji serokê beşa Karûbarên Qunsulî û Qanûnî ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Christian Klein û şandeya bi wî re pêk hat, li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo ji aliyê hevseroka daîreyê Gulistan Elî û endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê bi Daîreya Têkiliyên Derve re geşedanên dawîn ên herêmê û helwesta Rêveberiya Xweser der barê diyalogê nîqaş kir.

Şandeyê jî li ser konferansa yekrêziya Kurdî û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê wekî sîstema nenavendî ya demokratîk, axivî.

Her wiha encamên dawîn ên danûstandinên Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê, komîteyên ku hatine avakirin, helwesta Rêveberiya Xweser li hemberî "Danezan Destûrî" û rêbazên destekdayîna aborî û siyasî ku divê ji Rêveberiya Xweser re were dayîn, şîrove kirin.

Klein ji ber rêvebirina baş a kampan û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Di dawiya civînê de jinek û 4 zarokên Alman ên ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê radestî şandeyê hatin kirin.

)mh)