Rêberê Durzî bi Netanyahu re hevdîtin kir

Serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu bi rêberê ruhanî yê civaka Durzî ya Israîlê re hevdîtin pêk anî.

Rêberê Durzî bi Netanyahu re hevdîtin kir
2 gulan, 2025   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Şêx Muwefaq Tarif, rêberê ruhanî yê civaka Durzî ya Îsraîlê re hevdîtin dike, di demekê de ku alozî di navbera Durziyên Sûriyeyê û çekdarên alîgirên Şamê de zêde bûne.

Şêx Tarif spasiya Netanyahu kir ji bo parastina Durziyan li Sûriyeyê di rojên dawî de. Her wiha tekez kir ku "van tedbîrên Îsraîlê peyameke hişyariyê da rejîma Sûriyeyê ku Israîl pabendî parastina civaka Durzî ya Sûriyeyê ye".

Wezareta Berevaniya Israîlî îro ragihand ku wê operasiyoneke hişyarî li dijî girûpeke ku wê weke "tundrew" binav kir, pêkanîn, ku wê girûpê plana "êrîşkirina niştecihên Durzî li bajarokê Eşrefiya Sahnaya" li gundewarê Şamê dikir.

Desthilata Şamê îro êrişa hişyariyê ya Israîlê ya ku cihekî nêzîkî koşka serokatiyê kir armanc, şermezar kir, û ew weke "rageşiyeke metirsîdar" bi nav kir.

Rageşî û arîşeyên ewlekarî di navbera desthilatên Şamê û Durziyan de veguherî pevçûnên leşkerî, di encamê de zêdetir ji 73 kesan ji her du aliyan hatin kuştin.

(k)