Rêveberiya Xweser ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê da û got, "Bi xemgîniyeke mezin me agahiya koçkirina wî bihîst, me dengekî azad û mejiyekî ronî winda kir, lê mîraseya wî ya têkoşînê di bîranîna gelên ku ji bo wan têkoşiyan de bijî."

Rêveberiya Xweser ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê da
3 gulan, 2025   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê da.

Di peyama Rêveberiya Xweser de ev hate gotin: "Bi xemgîniyeke mezin me agahiya koça dawî ya parlementer, nivîskar û têkoşerê siyasî Sirri Sureyya Onder wergirt. Ew yek ji kesayetên girîng di têkoşîna siyasî de bû û endamê Şandeya Îmraliyê bû. Rola wê di hewldanên aştî û diyaloga demokratîk li Tirkiyeyê û herêmê de, bi nirx û girîng bû.

Ew dengekî wêrek bû ku daxwazên gelên herêmê yên ji bo azadî û edaletê dianî ziman. Mînaka siyasetmedar û rewşenbîrekî dilsoz bû, ku bi çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurdî bawer bû û bi cesaret li ser mafên gelên bindest radiwestiya û li dijî polîtîkayên zext û desthilatdariyê serî hildida.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê ji gelê xwe, gelê Tirkiyê, rêheval, û malbata wî ya birûmet re dixwazin. Em tekez dikin ku wê têkoşîna Onder ji bo avakirina pergaleke demokratîk ku maf û azadiya tevahî pêkhateyan bêyî paşguhkirin, misoger bike, îlham bimîne.

Bi koçkirina wî re, me dengekî azad û mejiyekî ronî winda kir, lê mîraseya wî ya têkoşînê wê di bîranîna gelên ku ji bo wan têkoşiyan de bijî.

Ruhê wî şad be û bîranîna wî bimînin. "

(fr)