Rêveberiya Xweser ji bo pergala 16 saetan a pêxistina jenetoran biryara piştgiriyê da

Rêveberiya Xweser ji bo pergala 16 saetan a pêxistina jenetoran, biryar da ku bi bihayê xizmetê mazotê bide xwediyên jenetoran. Ev gav di çarçoveya pêkanîna îstîqrara kehrebê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re, pêk tê.

Rêveberiya Xweser ji bo pergala 16 saetan a pêxistina jenetoran biryara piştgiriyê da
19 hezîran, 2025   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser li kantona Cezîrê bi amadebûna Yekitiya Şaredariyan û Gerînendetiya Sotemeniyê civînek ji bo nîqaşkirina dosyaya kehrebê li kantonê li dar xist. Di civînê de biryarên nû yên bi armanca xurtkirina xizmetguzariyên kehrebê û sivikkirina bar li ser welatiyan hatin dayîn.

Çavkaniyên şopîner ji ajansa me re destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser pêşniyara nû ya bi armanca kêmkirina bihayê mazotê ya ji bo jenetorên bi pergala 16 saetan dixebitin, qebûl kiriye.

Berê, tenê 8 saetan piştgiriya ji bo mazota jenetoran dihate kirin, bi wê re xwediyên jenetoran neçar dibûn ku mazotê bi bihayekî bilind bikirin, û wê jî hem barên darayî li ser welatiyan hem jî xwediyên jenetoran zêde dikir.

Li gorî biryarên nû wê Rêveberiya Xweser li gorî bihaya xizmetê mazotê, ji bo pergala 16 saetan li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser, peyda bike. Ev yek piştî civîneke fermî di navbera nûnerên ji tevahî beşên eleqedar pêk hat. Armanc ji vê biryarê; zêdekirina saetên pêxistina jenetorên malan; ji 8 heta 16 saetan rojane, ye.

Rêveberiya Xweser hemû berpirsiyariya darayî û îdarî ya ji bo piştgiriya mazotê hilgirt ser xwe. Her wiha li ser birêxistinkirina xebata pêxistinê bi rêya komîteyên pispor, tevî berçavgirtina taybetmendiya erdnîgariya her taxekê lihevkirin çêbû, da ku belavkirina adilane pêk bê. Wê ji bo jenetorên malan, her lîtreyek bi 125 lîreyên Sûriyeyê bê dayîn. Rêveberiya Xweser ferqê bihayê ku digihîne 5 hezar û 375 lîre, hilgirt ser xwe.

Di çarçoveya mekanîzmaya bicihanînê de, komîteyên pispor diyar kir ku ew ê serdanên dorveger bikin, ku xebatên jenetoran bişopînin, li kêlek wê jî ger saetên pêxistinê hatine kêmkirin an jî lîsk çêbû, wê yekser muxalîf bikin û ger dubare bû wê jenetoran desteser bikin.

Çaverê ye, di çend rojên bê de civînek bi komîteyên pispor re were lidarxistin ku pergala pêşxistina fermî ya saetên xebatê bê danîn û bihayê ampêrê ya dawî li gorî bihayê mazota xizmetê bê diyarkirin. Wê di 25’ê Hezîranê de biryara pergala xebata jenetoran bê dayîn û di destpêka Tîrmehê de jî ev pergal bikeve pratîkê.

Ev biryar di çarçoveya kedên Rêveberiya Xweser ên pêşkêşkirina piştgiriyek aktîv û başkirina kalîteya xizmetguzariyên kehrebê de, pêk tê.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev gav wê îstîqrareyekê di aliyê kehrebê de pêk bîne û bar li ser welatiyan sivik bike.

(fr)

ANHA