'Heta ku dewleta Tirk yasayên xwe neguhere em ji wê bawer nakin'

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin, xwe bispêrin hêza xwe û heta ku guhertinên yasayî û destûrî neyên çêkirin jî baweriya xwe bi dewleta Tirk nayînin.

'Heta ku dewleta Tirk yasayên xwe neguhere em ji wê bawer nakin'
'Heta ku dewleta Tirk yasayên xwe neguhere em ji wê bawer nakin'
'Heta ku dewleta Tirk yasayên xwe neguhere em ji wê bawer nakin'
'Heta ku dewleta Tirk yasayên xwe neguhere em ji wê bawer nakin'
20 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo der barê banga pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin û nêzîkahiya dewleta Tirk de, nêrînên xwe anîn ziman. 

Welatiyê bi navê Nîzam El Dîn Hisên da zanîn ku gelê Kurd ev 52 sal e ji bo jiyan û welatek azad têkoşîn dike, berdêlên giran dane û bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan.

Nîzam Hisên da zanîn ku dewleta Tirk heta niha bersiva bangê bi rengekî eşkere nedaye û gav neavêtine, lewma heta ku guhertinên yasayî û destûrî neyên çêkirin ew ê baweriya xwe bi dewleta Tirk neyînin.

Welatiya bi navê Melika Osman jî silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin û got: "Me wekî jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo di hemû aliyan de xwe bi pêş xist. Me maf û nasnameya xwe weke jinên Kurd bi dest xist."

Melika Osman da zanîn ku gelê Kurd ji bo jiyanek aştî, aramî û wekhev bi hezaran şehîd dane, bi keda şervanên azadiyê gihîştine vê astê, lewma ew pişta xwe didin hêza xwe. Melika anî ziman ku dewleta Tirk heta niha tu gav neavêtine, lewma ew bawerî bi wê nayînin û ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. 

Welatiya bi navê Fatme Casim jî diyar kir ku ew bawer nake ku dewleta Tirk aştiyê dixwaze û ev gotina xwe wiha rave kir: "Hêzên Parastina Gel (HPG) agirbest îlan kir. Em dibînin ku ev gavek ber bi pêşxistina aştiya gelan ve ye. Lê dewleta Tirk heya roja me ya îro jî êrişên xwe yên li dijî HPG'ê nedane sekinadin. Ev yek diyar dike ku naxwaze civakek demokratîk bê avakirin."

Fatme Casim anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Ereb, Kurd, Ermen û Çerkes, Tirk rêya wekhevî û azadiyê nîşan dide, lewma ew ê wekî gelên herêmê bi têkoşînê biser bikevin.

(re/fr)

ANHA