Rêveberiya Xweser: Êrişa li ser Akademiya Komandos di çarçoveya lihevkirina Astanayê de ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê şermezar kir û got ew êriş di çarçoveya lihevkirina Astanayê de pêk hat.

Rêveberiya Xweser: Êrişa li ser Akademiya Komandos di çarçoveya lihevkirina Astanayê de ye
6 sibat, 2024   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa li ser zeviyê Omer ê li Dêrazorê ya li dijî Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di encamê de 6 endamên şehîd bûn, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di çarçoveya hedefgirtina îstîqrara herêmê de û xwesteka pêkanîna aloziyê, hemwextî êriş û gefên dewleta Tirk û li gel berdewama ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya têkbirina çalakiya şaneyên terorîst li Kampa Holê hîna hin alî naxwazin hewldanên pêkanîna îstîqrarê û xurtkirina hevkariya civakî û têkoşîna li dijî terorê dewam bikin. Armanca wan aliyan krîzkirina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wê krîzê bixin xizmetî berjewendiyên xwe. Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne. Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneyê navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşnakirin ku hedefgirtina Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê li zeviyê Omer ê Dêrazorê û şehîdxistina 6 endaman, plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên hêzan ên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di demekê de vê êrişa ku nayên qebûlkirin şermezar dikin, ew diyar dikin ku ev êriş û tiştên rû didin bi armanca herêmê bixin nava aloziyê û sûdwar jî DAIŞˊê û mîna wê ne. Li kêlek wê jî ev êriş li gorî armancên dewleta Tirk e ku hewl dide hewldanên gel ên yekitiya di navbera pêkhateyan de têk bibe.

Rêveberiyê di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku ev êriş di çarçoveya lihevkirinên Astana yên dawî de ne û bang li gelê herêmê bi taybet Dêrazorê kir ku xeteriya van êrişan nas bikin, pêşî li fitne û aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sersaxî da malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.

(fr)