Têkçûyîna hevsengiya Erdogan û lihevnekirina Îsraîl û Hemasê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behda helwesta dewleta Tirk ji aloziyê li herêmê, gera wezîrê karên derve yê Amerîkayê li Rojhilata Navîn û rêveçûna şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de kir.

Têkçûyîna hevsengiya Erdogan û lihevnekirina Îsraîl û Hemasê rojeva rojnameyên erebî ye
6 sibat, 2024   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi ser navê ˊErdogan di şerê Îsraîl û Hemasê de hevsengiya xwe winda kirˊ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya hevsengiya di navbera berjewendiyên hevrik de bû lîstikvanê navendî ya kar û barên cîhanê, lê di şerê li Rojhilata Navîn de hewl dide ji lîstikê bi dûr bikeve.

Rojnameyê diyar kir ku dozên Xeza û filistîniyan pir hesas e, Enqere nikare rola navendî di çareserkirina wê de bilîze û di nebûna hevsengiyekê de dibe ku Enqere tenê bi ˊtemaşekirina maçêˊ razî be.

ˊGELO BLINKEN DI ZEXTKIRINA PÊKANÎNA LIHEVKIRINEKÊ LI XEZAYÊ DE BI SER BIKEVE? ˊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek der barê sedana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Rojhilata Navîn nivîsand. Rojnameyê diyar kir ku Anthony Blinken gera xwe ya nû ji Rojhilata Navîn de dest pê kir, armanc ji wê gerê agirbestekê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk bîne. Dê Blinken li Erebistana Siûdî, Misir, Qeter, Îsraîlê û Xezayê jî bigire. Ev ger ji êrişên 7ˊê Cotmehê ve ya 5ˊan e.

ˊŞERÊ ÎSRAÎL Û HEMASÊ GEFÊN PÊXISTINA ŞER LI ROJHILATA NAVÎN DIXWE Û TU ÇARESERÎ NÎN INˊ

Girêdayî mijarê rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê diyar kir ku ger şerê Îsraîlê û Hemasê bi dawî nebe, dê Rojhilata Navîn bi tevahî li bermîla barûdê be; ji başûrê Lubnanê bigire heta bi Sûriye, Iraq û Yemenê. Ji lew re dê Amos Hockstein û tevahî navbeynkar biwestin, lê tu çareserî jî nîn in, ji ber ku krîza rasteqîn a di navbera Îsraîlê û Hemasê de pevçûna projeyan e. Her du alî dizanin ku aliyê din agirbesteke demkî dixwaze da ku cihê xwe yê leşkerî û siyasî xurt bike, ji ber wê tu asoyên lihevkirinê di demeke nêz de tune ne.

(fr)