Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên ji bo me tên kirin, ne rast in

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku daxuyaniyên ji bo wan tên kirin ku ew amade ye Sûriyeyiyên bi pêkanîna sûcan tawanbarkirî yan jî gûman pê hene bêyî şert û mercan pêwaz bikin ne rast in.

Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên ji bo me tên kirin, ne rast in
20 cotmeh, 2024   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê daxuyaniyên Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed ji malpera NTVʹê de daxuyaniyeke aşkerakirinê da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxuyaniyên Îlham Ehmed bi taybet ên têkildarî aliyê doza penaberên Sûriyeyê ji naveroka xwe ya rast hatiye derxistin û wê yekê di raya giştî de nîqaş werin kirin.

Daxuyaniya aşkerakirinê wiha ye:

"Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji malpera NTV a Almanî re li ser gelek dozên li qada Sûriyeyê ku pêdiviya wan bi hevkariyeke navneteweyî heye, di serî de doza penaberên Sûriyeyê, axivîbû. Ew yek jî li ser rêzebiryar û tedbîrên ku gelek hikumetên Ewropayê di vê dawiyê de dane pêk hat. Li kêlek wê jî bandora şerê li Lubnanê jî li ser vê dosyayê heye. Wan hemû hişt bi hezaran Sûriyeyê birevin û vegerin welatê xwe.

Lê mixabin, daxuyaniyên Îlham Ehmed bi taybet ên der barê doza penaberên Sûriyeyê ji naveroka xwe ya rast derketin û wê jî di raya giştî de nîqaşek çêkir. Ji ber wê pêwîst bû em tiştên ji bo me hatine gotin ku Rêveberiya Xweser amade ye Sûriyeyên bi pêkanîna sûcan an jî gûman pê hene bêyî şert û mercan pêşwaz bikin, ne rast in. Tu rastiya van gotinan tune ye. axaftina Îlham Ehmed der barê penaberên Sûriyeyê yên dixwazin bi dilxwazî vegerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

Ev daxuyaniyên Îlham Ehmed li gorî bangên berê yên Rêveberiya Xweser pêk hatin ku gelek caran diyar kir ku ew amade ye hevkariyê bike û panbendî tevahî berpirsiyarên mirovî yên têkildarî dosyaya penaberên Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê têkilî bi NYʹyê û tevahî aliyên navneteweyî yên têkildar re hatin kirin ku çareseriyên maqûl ji bo sivikkirina êşên Sûriyeyiyan werin dîtin û derfet ji kesên dixwazin bi dilxwazî vegerin herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di demekê de Rêveberiya Xweser xwesteka xwe ya durist ji bo hevkariya bi cıvata navneteweyî re di vê dosyaya hestiyar û girêk de nîşan dide, ew tam dizane ku ev çareseriyên hatine pêşniyarkirin çareseriyên demkî ne û ji ber ajoyên mirovî hatine kirin. Lê çareseriyên bingehîn ji vê pirsgirêkê re ji bilî di çarçoveyeke siyasî ya giştî ya krîza Sûriyeyê de ne pêkan e. Lê ji ber tunebûna tu asoyên ji çareseriya siyasî li Sûriyeyê re di dema nêz de em dibînin ku em mecbûr in hin gavên pêwîst ji van dozan re pêk bînin, mîna doza penaberên Sûriyeyê.

Ji bo pêkanîna van armancan, pêwîst e cıvata navneteweyî piştgiriyê bide hewldanên Rêveberiya Xweser ên têkildarî dosyaya penaberên Sûriyeyê. Ew jî bi rêya piştgiriya civakên xwecihî li hundirê Sûriyeyê da ku bikarin li ser lingên xwe bisekinin, her wiha xizmetguzariyên bingehîn ji wan re werin peydakirin, derfetên jiyaneke birûmet ji wan re werin dabînkirin ku diyardeya koçberiyê were sînordarkirin.

Rêveberiya Xweser careke din diyar dike ku peydakirina jîngeheke ewle ji vegerandina penaberên Sûriyeyê re şerteke bingehîn li gorî biryarên navneteweyî yên têkildarî mafên penaberan e, nexasim jî peymana 1951ʹan ên taybet bi rewşa penaberan.

Em dizanin ku ji bo pêkanîna van rewşan divê girîngiyek ji dosyaya Sûriyeyê re were dayîn, kanalên guncaw ji bo hevkariyeke navneteweyî û herêmî ya aktîf bi civakên xwecih re werin dabînkirin, ji wê zêdetir divê xwe bispêrin çareyeke siyasî ya giştî ya li gorî biryarên NYʹyê, aştî û îtîqrar ji tevahî Sûriyeyan re werin misogerkirin. Li gorî van şertan, pêkane Rêveberiya Xweser roleke aktîf di pêşwazîkirina penaberên dixwazin vegerin bilîze. Lê heta rewşên bingehîn û guncaw pêk bên Rêveberiya Xweser bi berpirsiyariyên xwe yên mirovî û exlaqî der bar dosyaya penaberan de radibe. Rêveberiya Xweser Sûriyeyên ji ber şerê li Lubnanê direvin pêşwaz dike.

(fr)

ANHA