Li Şamê kesek hat kuştin

Li herêma Til a Rîf Şam kesek di mala xwe de hat kuştin.

 Li Şamê kesek hat kuştin
15 mijdar, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li malekê li bajarê Til ê Rîf Şam kesek bi gulebarandina rasterast hat kuştin.

Li gorî agahiyan, beriya kuştinê mala qurbanî hate dizîn, lê hûrgiliyên dîtir der barê hûrgiliyên sûcê yan jî nasnameya êrişkaran de nehatin zanîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka 2026’an ve hejmara sûcên kuştinê li Sûriyeyê gihîştiye 466 sûcan, di encamê de 518 kes hatine kuştin.

(f)