QSD: Milîsên Îranê li paş êrişa li Dêrazorê ye

QSD`ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku milîsên Îranê akademiya perwerdeyê ya Hêzên Komandos  kiriye hedef ku di encamê de 6 şervan şehîd bûne.

QSD: Milîsên Îranê li paş êrişa li Dêrazorê ye
5 sibat, 2024   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa vê sibê ya li dijî akademiya perwerdeyê ya Hêzên Komandos a li Dêrazorê agahiyên nû parve kirin. 

Hêzê destnîşan kir ku komên ser bi Îranê ve berpirsê êrişê ne û ji herêmên hikumeta Şamê ve êriş kirine.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di dewama daxuyaniyê de got: "Hêzên me, têkildarî êrişê lêpirsîn çêkir. Diyar bû ku milîsên Îranê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êriş kirine."

(şx)

ANHA