Rêveberiya Xweser: Budceya 2026'an milyarek û 577 milyon dolar e

Hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ehmed Yûsif diyar kir ku budceya sala 2026'an milyarek û 577 milyon dolar e û piraniya wê ji bo pêşxistina binesazî, perwerde, tenduristiyê û enerjiyê ye.

Rêveberiya Xweser: Budceya 2026'an milyarek û 577 milyon dolar e
25 kanûn, 2025   03:45
REQA
EHMED EL ESAF

Meclisa Gelan a Demokratîk di 22'yê Kanûnê de budceya sala 2026'an erê kir. Qanûn bi fermî derket da ku di 1'ê Çileya 2026'an de bikeve pratîkê.

Girêdayî wê, hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûsif ji ajansa me re diyar kir ku ji budceyê ew ê herî zêde girîngiyê bidin pêşxistina binesazî, perwerde, tenduristî û enerjiyê û got Rêveberiya Xweser heman stratejî di budceya îsal de jî da meşandin.

Yûsif destnîşan kir ku budceya 2026'an ji yên berê pêşketîtir e û got: "Êdî her kantonek dikare roleke mezintir di siyasetên lêçûnê de bilîze û ji dahat û lêçûna xwe berpirsiyar be.

Yûsif da zanîn ku mijarên wekî erkdarkirin, peydakirina çavkaniyên mirovî, lêçûnên mehane û diyarkirina çavkaniyên dahatê ji bo her kantonê, ji aliyê wê kantonê ve tê birêvebirin.

Der barê çavkaniyên dahatên gencîneya giştî de Yûsif got beşeke mezin dahatên petrolê bû, piştre ji dahatên gumrikê û bac û got di 2026'an de dahatên kantonan dê li çavkaniyên dahatên gencîneyê zêde bibin.

Yûsif got rêjeya dahatên petrolê ji sedî 75’ê dahatên gencîneya giştî ne, ya gumrikê jî ji sedî 10 û yên bacan ji sedî 3 ye û diyar kir ku dahatên din ji xizmetên Rêveberiya Xweser wekî fatureyên kehrebe, av û meclisên edaleta civakî tên.

Di madeya 4'an a qanûna budceya giştî de hat diyarkirin ku lêçûna texmînkirî milyarek û 577 milyon û 392 dolar e. Di madeya 5'an de jî hat diyarkirin ku şikandina texmînkirî 213 milyon û 750 dolar e.

Yûsif destnîşan kir ku wan niyet nekiriye ku bacên nû derxin lê ew ê bacan bi rêxistin bikin û got: "Ji bo çareserkirina şikandinê em ê li çavkaniyên nû yên dahatan bigerin û çavkaniyên heyî bi rêxistin bikin.

Yûsif got Rêveberiya Xweser di kêmkirina lêçûnê de siyasetên aqilane meşandin û pirsgirêkên mûçeyan û bêkariya nerast çareser kirin.

Yûsif da zanîn ku budceya 2026'an, komînan di nava xwe de nahewîne û qanûna di vê mijarê de dê piştî ji nû ve birêxistinkirina komînan û amadebûna meclisên gel ên kanton, bajar û bajarokan were rastkirin.

Di dawiya axaftina xwe de Yûsif diyar kir ku zêdekirina mûçeyên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser yek ji armancên sereke yên desteyê ye, her wiha ku ew ê girîngiyê bidin çareserkirina şikandina darayî û pêşxistina rewşa jiyanî.

(mh)

ANHA