ˋRakirina cezayên Qeyser ne motora guhertinê yeˊ

Lêkolînera Sûriyeyî Dr. Semîra El Mubeyed diyar kir ku rakirina cezayên Qeyser li ser Sûriyeyê temsîla veguherîneke aktîv ji bo rewşa Sûriyeyê nîn e û ne motora pêşketin an jî guhertinê ye.

ˋRakirina cezayên Qeyser ne motora guhertinê yeˊ
25 kanûn, 2025   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊXNÛR

Li gel ragihandina rakirina cezayên Amerîkayê yên ku li gorî Qanûna Qeyse hatine ferzkirin, Sûriyeyiyên li deverên ku di bin kontrola hikumeta veguhêz de ne, tu başbûnek berbiçav nedîtine. Binpêkirinên li dijî sivîlan, qetilkirin, talankirin û rewşa kaosê berdewam dikin. Ev rastî pirsên bingehîn der barê sedemên rakirina cezayan, armancên Amerîkayê yên li pişt vê gavê, bandora wê ya rastîn li ser welêt û piştî rakirina sînorkirinên navneteweyî hikumetek ku bi kirina van binpêkirinan tê tawanbarkirin, dikare çi bike, derdixe holê.

Girêdayî mijarê, lêkolînera siyasî ya Sûriyeyî Dr. Semîra El Mubeyed diyar kir ku cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên têkildarî Qanûna Qeyserê, destpêkê ji bo parastina sivîlan bûn, ne li dijî dewleta Sûriyeyê yan gelê wê bû, lê rasterast tevgerên pergala siyasî yên ku mafên sivîlan bin pê dikin û qanûnên navneteweyî binpê dikin armanc digirin.

Semîra destnîşan kir ku metna bingehîn a Qanûna Qeyser bi zelalî sazî û aliyên ku rastî cezayan hatine destnîşan kiriye, piraniya van cezayan bi dawîbûna rejîma Beşar Esed re ji qada siyasî û leşkerî derketine.

Dr. Semîra diyar kir ku cezayên Qanûna Qeyser di tu qonaxekê de nebûne sedema rastîn a astengkirina başbûn an pêşveçûna Sûriyeyê. Ji ber vê yekê, rakirina wan cezayan piştî hilweşîna rejîmê tiştekî qanûnî û siyasî ya asayî ye. Lê ev rakirin bi tena serê xwe tu guhertinan ji bo başbûn an pêşkeftina welêt pêk nayne, ji ber ku ceza amûrek zexta aborî û siyasî bûn ku bandora wan bi hilweşîna saziya hedefgirtî bi dawî bû.

Semîra anî ziman ku rewşa siyasî û pêşketinê piştî rakirina cezayan divê bi rastiyek kûrtir ji nebûna çarçoveya dewleta Sûriyeyê, destûra wê û saziyên wê, dest pê bike. Li gorî Semîra, saziyên dewletê tenê saziyên ku dikarin kapasîteya aborî ya welêt hilberînin. Ew jî bi rewşa ewlehî û îstîqrarê, bi hebûna qanûnan û bicihanîna wan ve girêdayî ye. Ev mijar jî ji bilî garantîrkirina wan di destûreke aktîv de pêk nayên.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ SIVÎLAN BERDEWAM DIKIN

Dr. Semîra destnîşan kir ku heta niha jî tu şert pêk nehatiye. Bi taybetî jî piştî komên Ehmed El Şeri belav bûn û binpêkirinên li dijî sivîlan berdewam in.

Dr. Semîra El Mubeyed nebûna destûrê wekî yek ji astengiyên herî berbiçav li pêşiya her rêyeke rastîn a guhertinê destnîşan dike û diyar kir ku vegera serdema berî şoreşê ne mimkûn e, avakirina destûreke Sûriyeyê ya nûjen, bingehîn û rastîn tenê rêya ku dikare saziyan ji nû ve ava bike ye. Ev jê rêya yekane ya jinûve sazûmankirinê  û misogerkirina hembêzkirina tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê û pêkanîna armancên şoreşê ye.

Di dawiyê de Dr. Semîra El Mubeyed got: ‘’Rakirina cezayan tu guhertinê pêk neyêne, ne jî wê rewşa heyî ya tevliheviya siyasî ya ku desthilata defakto ferz kiriye biguherîne.’’

(ac/fr)

ANHA