Rêveberiya Xweser bi boneya sersala hîcrî peyamek weşand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya sersala hîcrî peyamek da. Rêveberiyê diyar kir “Em hêvî dikin ku li Sûriye û herêmê aştî serdest bibe, êşa gelên wê bi dawî bibe û nirxên edalet, azadî û wekheviyê werin bicîhanîn.”

Rêveberiya Xweser bi boneya sersala hîcrî peyamek weşand
26 hezîran, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya sersala hicrî (26 Hezîran) peyameke nivîskî da. Di peyamê de wiha tê gotin:

“Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bi boneya Sersala Îslamî ya 1447’an pîrozbahiyên xwe û bereketên xwe yên dilsoz ji gelê xwe yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji gelê Sûriyeyê bi giştî û ji gelê misilman bi giştî re dişînin. Em ji Xwedê dixwazin ku ev saleke xêr û aştiyê be ku hêvî, aramî û serfirazî tê de çêbe.

Di vê boneya pîroz de, em nirxên mezin ên ku ola îslamê anîne ku li ser bingeha dilovanî, evîn, edalet û rêzgirtina ji bo mirovan û rûmeta wan bêyî cudahî hatine avakirin, bi bîr tînin. Ev nirxên hîcreta pêxember in ku tê de wateya fedakarî û biratiya di navbera mirovan de, bêyî ku li gorî aîdiyeta wan a etnîk an olî bin, temsîl dikin.

Li ser bingeha van nirxên mirovî yên bilind, em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekez dikin ku girîng e hevgirtin û yekitî di navbera hemû pêkhateyên gelê me yê Sûriyeyê de, misilman, xiristiyan, êzidî, Suryan û hemû komên din, li ser bingeha rêzgirtin û jiyana hevbeş were xurtkirin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku modeleke ji bo pirrengî û jiyana hevbeş e, dê wekî platformek ji bo aştiya sivîl, biratiya di navbera gelan de û parastina nirxên gerdûnî yên mirovî bimîne. Em ji nû ve piştrast dikin ku avakirina siberoja Sûriyeyê hewceyî tevgerên hevbeş ber bi dewleteke demokratîk, yekgirtî, piralî û nenavendî ve ye ku maf û azadiyên hemû pêkhateyên wê bêyî cudahî garantî dike.

Bi vê boneya pîroz, em hêvî dikin ku li Sûriye û herêmê aştî serdest bibe, êşa gelên wê bi dawî bibe û nirxên edalet, azadî û wekheviyê ku bingeha hemû peyamên îlahî ne, werin bicîhanîn."