Êrişa li Dêra Mar Elyas û agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de rojevên rojnameyên erebî ne

Teqîna li Dêra Mar Elyas, birîna jiyana hevbeş a welatiyên Sûriyeyê ji nû ve vekir. Her wiha agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de bi xwe re gelek pirsên kûr ên der barê aqûbeta ewlehiya herêmî de, li gel berdewama girêdana Tehranê bi bernameya xwe ya nukleerî ve, derxistin holê.

 Êrişa li Dêra Mar Elyas  û agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de rojevên rojnameyên erebî ne
26 hezîran, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser siberoja jiyana hevbeş di nava pêkhateyên Sûriyeyê de piştî teqîna dawîn a li Şamê û bandorên agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de.

‛EZMÛNA JI BO SIBEROJA PIRRENGIYA LI SÛRIYEYÊ’

Rojnameya El Ereb pirsa aqûbeta jiyana hevbeş a li Sûriyeyê ya piştî şer kir û diyar kir ku êrişa xwekuj a li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê ne tenê bûyereke derbasbûyî bû, lê qonaxeke girîng e ku ji nû ve pirsa jiyana hevbeş a li Sûriyeyê ya piştî şer dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku çi ajoyên teqînê hebin, ne tenê xiristiyanan hedef digirin, lê gefan li mozaîka Sûriyeyê ya mayî dixwin. Ev yek li hikumeta veguhêz ferz dike ku li gorî nêrîneke stratejîk tev bigere, ne wekî bûyereke ji rêzê. Ji nû ve avakirina baweriya civakî, ji vir dest pê dike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku şermezarkirinên navneteweyî tund bûn, lê pêdiviya Sûriyeyê ya îro bi piştgiriyeke aşkera heye ku ji bo pêvajoyeke ku hemwelatîbûnê wek nasnameyek yekgirtî piştrast dike. Di vê çarçoveyê de kêmnetewe ne dosya ne ku ji hêla siyasî werin vehewandin, lê hevkarên rastîn ên sazkirina siberojê ne.

‛PIŞTÎ ŞER… ÎRAN BER BI KU VE YE?’

Rojnameya Şerq El Ewset mijara girêdana Îranê bi berdewamkirina bernameya xwe ya nukleerî nirxand û diyar kir ku bernameya nukleerî ne tenê cihê gumanên navneteweyî, lê veguherîneke ber bi jêdera gefên rastîn ên Îranê ve bi xwe ye, beriya ku bibe gefek ji cîranên wê re.

Rojnameyê aşkera kir ku pirsgirêk ne di bernameya nukleerî bi xwe de ye, lê di zîhniyeta li pişt wê de ye.

Têkildarî rawestandina şer rojnameyê destnîşan kir ku wekî Trump ragihandiye ev ji her du aliyan re ne serkeftinek e, lê kêliyeke ezmûnê ye; yan dê Îran ji bo destpêkekê qezenc bike ku hundirê xwe aram bike yan jî dê di xelekên rageşî û paşdeçûnê de asê bimîne. Li hember vê yekê dewlet bi hejmara moşekên balîstîk nayên pîvandin, lê bi nêrîna wan û şiyana wan a çêkirina hêviyê tên pîvandin.

UKAZ: TRUMP… RAWESTANDINA ŞER BÊYÎ BELGE YAN JÎ ŞERTAN

Rojnameya Ukaz jî der barê heman dosyayê de diyar kir: "Dramaya lez a ku ji bo ragihandina rawestandina şer hatiye bikaranîn, zehmet e ji bo mîsogeriya testpîtkirin û berdewamiya rewşê were pêkanîn, ji ber ku wê bêyî şert û mercan û garantiyên nivîskî, aşkera û belgekirî vala bin.”

Rojnameyê diyar kir ku agirbest bêyî lihevkirinekê li ser hemû hûrgiliyên nakokiyê nayê wateya aştiyeke mayînde. Nakokî pir mezin e, ne tenê di navbera Îran û Îsraîlê de, lê di heman demê de di navbera DYA û rojavayiyan û gelek welatiyên cîhanê de, ji ber ku bernameya nukleerî ya Îranê bi guman e.

(fr)