Rêveberiya Xweser 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xurtkirina xebatên şaredariyê, kamyonên nû çophilgir ji şaredariyên Qamişloyê û Hesekê re pêşkêş kirin.

Rêveberiya Xweser 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin
Rêveberiya Xweser 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin
Rêveberiya Xweser 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin
Rêveberiya Xweser 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin
Rêveberiya Xweser 7 kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin
24 tîrmeh, 2025   19:35
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 erebeyên yan jî kamyonên çophilgir ji şaredariyên Hesekê û Qamişloyê re pêşkêş kirin.

Rêveberiyê ji bo pêşxistina xebatên şaredariyên kantona Cizîrê û qada xizmetguzariyê, ji wan 7 kamyonan, 4 dan şaredariya Qamişloyê û 3 dan şaredariya Hesekê.

Endamê rêveber ê Şaredariya Gel a Qamişloyê Mihdî Eqîl got: “Ev gav, dê xebatên tîmên paqijiyê pêş bixe. Nemaze ku kolanên sereke gelek qerebalix in. Şaredariyê xebatên xwe bi rêya karker û wesayîtan zêde kirin. Her wiha hejmara karkeran jî zêde kir ji bo ku kaxiz, turikên plastîkî, şûşeyên avê yên metal kom bikin.”

Eqîl destnîşan kir ku şaredarî bi awayekî bi rêxistinkirî hewiyeyên çopê dişû ji bo ku bêhna nexweş jê dernekeve.

Eqîl di heman demê de bang li şêniyan kir ku hevkariya karkeran bikin, çopê di demên wê yên diyar de çekên û got: “Paqijî, berpirsyariyeke hevbeş a şêniyan û saziyan e.”

(şx)

ANHA