Bîlançoya teqîna li Idlibê girantir bû: 12 kes jiyana xwe ji dest da

Bîlançoya teqîna li Idlibê girantibû ku di encamê de heta niha 12 kes jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûn. Di kampên nêzî cihê teqînê de tirs serwer e.

Bîlançoya teqîna li Idlibê girantir bû: 12 kes jiyana xwe ji dest da
24 tîrmeh, 2025   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya teqîna di depya çekan a çeteyên “Hizbê Îslamî ya Turkistanî” de ya li rojhilatê bajarokê Fewa û li nêzî bajarokê Sirînê yê gundewarê Idlibê çêbûye, derket 12 kuştiyan. Di nav wan de jinek, zarokek û 2 kesên nasnameya wan nediyar hene. Agahî hene ku dibe bîlançoya miriyan zêdetir bibe. Her wiha di encama teqînî de nêzî 107 kes birîndar bûye ku piraniya wan sivîl in.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta veguhêz ragihand ku teqîn li bajarokê Marat Sirîn ê bakurê Idlibê çêbûye û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 140 kes jî birîndar bûne.

SOHR`ê da zanîn ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wê, di nava kuştî û birîndaran de çeteyên turkistanî hene. Lê agahiyên der barê çarenûsa wan de nayên parvekirin.

Ji ber teqînê şêniyên wê herêmê bi taybet ên di nava kampan de tirsî ne.

(şx)