Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê civîna salane li dar xist

Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê û navendên girêdayî wê li Dirbêsiyê û Şedadê di civîna xwe ya salane de xebatên 2025ˊan nirxandin, kêmasiyên rûbirûyê mane pêşkêş kirin.

11 kanûn, 2025   18:17
HESEKÊ

Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi amadebûna tevahî rêveberiyên tenduristiyê, nexweşxane û navendên tenduristiyê yên girêdayî wê li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Şedadê civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn li Peymangeha Tenduristiyê ya taxa Ezîziyê ya bajêr hat organîzekirin. Di civînê de xebatên îsal pêk hatine, hatin nirxandin, kêmasî hatin destnîşankirin û plana sala bê hat danîn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê Hesen Emîn axivî û diyar kir ku demokrasî û biratiya gelan çarçoveya yekane ya ku dikare parastina herêmê bi hemû pêkhateyên wê bike. Emîn da zanîn ku felsefeya jiyana hevbeş a Rêber Abdullah Ocalan bingeha ku dê siberoja herêmê bi tevahî neteweyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan û hwd biparêze, ye.

Dûre hevseroka Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê Medya Dawûd jî xebatên îsal nirxandin û diyar kir ku piştî ew çûn avahiya tenduristiyê ya berê, rêveberiyê ji nû ve sazûmaniya xwe bi rêxistin kir, da ku berdewamkirina xizmetguzariyên tibî û îdarî misoger bike. Medya amaje pê kir ku nuqteyek tibî ya nû li Seken Şebabî ji bo koçberên Efrînê aktîv kir, li kêlek wê jî derman û sîrom ji Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtin, li nexweşxane û navendên tenduristiyê hatin parvekirin.

Medya da zanîn ku serdanên nexweşxane û navnedan kirin ku tiştên heyî û kêmasiyan binirxînin û peyda bikin. Li kêlek wê jî hat gotin ku beşek taybet ji bo nexweşên Kampa Holê li Nexweşxaneya Gel a Hesekê hat vekirin.

Hat diyarkirin ku Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê 5 ambulanc wergirtin, civînên mehane bi rêxistinên piştgiriyê didin re hatin lidarxistin, civînek berfireh bi Koalîsyona Navneteweyî re li Nexweşxaneya Zarokan ji bo nirxandina tevahî pêdiviyên tibî hat lidarxistin. Li kêlek wê jî hevdîtin bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, UNICEF, welat û rêxistinên tevkar re ji bo nîqaşkirina piştgiriya enerjiya tavê, bernameya pêşîlêgirtinê û hewcedariyên pêwîst ji bo beşa gurçik û banka xwînê hatin kirin.

Beşdaran li ser nirxandina karê rêxistinên ku bi Nexweşxaneya Gel re dixebitin axivî. Van rêxistinên li jêr destek dan nexweşxaneyê; Rêxistina Save The Children a ku destekê dide bernameya kêmbûna xurekê, Rêxistina Handicap International a teypet bi terapiya fizîkî ya zarokan, Rêxistina Blumond a ku 340 tabloyên enerjiyê pêşkêş kirin, Rêxistina UPP a ku piştgirî da amadekirina beşên taybet bi koçberan û cîhaza CR peyda kir. Her wiha budçeya darayî ji bo nexweşxaneyê hat diyarkirin û bijîşkên pirspor ji bo tevahî beşan hatin tayînkirin.

Bijîşkan gelek astengiyên pê re rû bi rû dimînin nîşqaş kirin. Hat diyarkirin ku cîhazên tibî yên bingehîn weke cîhaza radyologî, laboratuweran di nexweşxaneyên Dirbêsiyê de kêm in, derman û pêdiviyên li hin beşên hesas kêm in. Nûnerên nexweşxaneya Dirbêsiyê daxwaza avakirina banka xwînê kir û nûnerên Şedadê jî da zanîn ku bi sedema kêmbûna bijîşkan odeyên emeliyetan û jinan rawestîne û cîhaza radyologiyê jî nîn e.

Di civînê de hat diyarkirin ku bi hevkariya Rêxistina Parastina Zarokan beşa dil a Nexweşxaneya Gel hat sererastkirin, hin navend ji hêla "Bijîşkên Sînornenas" ve hatin sererastkirin, li kêlek wê jî tîmên taybet hatin erkdarkirin ku muxalefetên li navendên xweşikkirinê bişopînin.

Civîn bi van xalan bi dawî bû:

Vekirina akredîtasyonên tibî û îdarî yên nû ji bo pêşxistina xebata navendan.

Amadekirina navendan bi alav û dermanên pêwîst.

Danîna plana sînordarkirina belavbûna nexweşiyan bi rêya bernameyên pêşîlêgirtinê û çavdêriya tenduristî ya berfireh.

Vekirina beşên nû li Rêveberiya Tenduristiyê, ji bo misogeriya rêxistinî û rêvebirina xizmetên baştir.

(fr)

ANHA