Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand

Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn piştî 3 rojan û beşdarbûna 24 komên ji hundir û derveyî herêmê bi dawî bû. Welatiyên tev li mîhrîcanê bûne diyar kir ku mîhrîcanê bi rêya pêşandanên hunerên folklorîk ên bi gelek zimanan ruhê pirrengî û yekitiyê xurt kir.

Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand
Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand
Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand
Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand
Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand
Mîhrîcana Orkêş pirrengiya çandî û yekitiya civakê vejand
11 kanûn, 2025   16:59
HESEKÊ
BILIND HACÎ

10ˊê Kanûnê, piştî 3 rojan ji pêşandana çalakiyên hunerî û stranan Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû. Di mîhrîcanê de 24 komên ji hundir û derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Komên beşdar stranên folklorîk ku giyana mîras û bîrewariya civakî li girseyê vegerandin pêşkêş kirin.

Girêdayî mijarê, welatiyên tev li mîhrîcanê bûne nêrînên xwe der barê vê çalakiya çandî de anîn ziman. Turfe Mihemed Remo kêfxweşiya xwe bi tevlêbûna li mîhrîcana Orkêş anî ziman û diyar kir ku malbata wê di tevahî rojên mîhîrcanê de amade bûn, stranên Kurdî yên folklorîk giyana wan vejand.

Turfe destnîşan kir ku çalakiyên hunerî yên bi zimanên Kurdî, Erebî û Ermenî hatine pêşkêşkirin pir xweş û bandor bûn. Turfe kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna komên ji Başûrê Kurdistanê û Şengalê anî ziman ku wan mîhrîcan bi stranên xwe yên curbicur dewlemend kir.

Ciwanê bi navê Nasir Nasro jî heyraniya xwe bi mîhrîcana Orkêş anî ziman û diyar kir ku curbicuriya çandên civakî û beşdarbûna kom û hunermendên ji derve bala girseyî kişand, hêz û destekek zêde da mîhrîcanê.

Nasro da zanîn ku pirrengiya pêkhateyên di mîhrîcanê de ruhê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ya ku li ser têkelbûna pêkhateyan ava bûye nîşan da û anî ziman ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek ol û neteweyan pêk tê, bi hev re weke gewdeyekê dijîn.

Sûad Hiso jî nêrîna xwe der barê mîhrîcanê de anî ziman û diyar kir ku ew ji Qamişloyê hatiye da ku tev li çalakiyan bibe, lê wê karî tenê tev li roja dawî bibe.

Sûad got ev mîhrîcan pir girîng e, ji ber ku hişt pêkhate çandên xwe pêşkêş bike, ev çand ji Şengalê heta bi Kobanê û heta bi çanda Ereb jî hatin pêşkêşkirin.

Sûad anî ziman ku ew weke jineke êzidî bi dengên nû yên stranbêjan kêfxweş bû û diyar kir ku îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê herî ewle û xweştir li welat e û hemûyan hembêz dike.

Sûad di dawiyê de diyar kir ku mîna van mîhrîcan û çalakiyan welat ava dikin û nirxên pirrengî û azadiyê xurt dikin.

(fr)

ANHA