Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê Bextêyar Dirbêsiyê defin kir û diyar kir ku êrişên dijmin têkoşîna gelan û şopandina rêça şehîdan asteng nake.

Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî QSDˊê hat oxirkirin
11 kanûn, 2025   18:22
HESEKÊ

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tevgerên ciwan û jinan û partiyên siyasî şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Bextêyar Dirbêsiyê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir kir. Bextêyar di 4ˊê Kanûnê de di bersivdana êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˊê li gundewarê Dêrazorê de şehîd bûbû.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Xebat Ehmed sersaxî da malbata şehîd û da zanîn ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ji lew re pêdivî bi bilindkirina têkoşîn, şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyan heye."

Li aliyekî din jî, endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Cisûr Amûdê got, "QSDˊê li hember êrişên li dijî herêmê temaşevan namîne û wê têkoşîna xwe ya parastina gelê xwe ji hemû şêweyên êrişan bidomîne."

Li ser navê malbata şehîd, apê wî Mehmûd Mihemed axivî û destnîşan kir ku "Şehîd dîrokê çêdikin û destanên lehengî û fedakariyê xêz dikin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA