Reuters: Washington ji bo rola Sûriyeyê li dijî Hizbullahê zextê dike

Digel zêdebûna aloziyên herêmî çavkaniyan destnîşan kir ku DYA zextê li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dike hêzên xwe bişîne rojhilatê Lubnanê ku di bêçekirina Hizbullahê de alîkariyê bike.

Reuters: Washington ji bo rola Sûriyeyê li dijî Hizbullahê zextê dike
17 adar, 2026   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên agahdar ji Reutersˊê re diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hikûmeta demkî ya Sûriyeyê teşwîq kiriye ku hêzên bişîne rojhilatê Lubnanê da ku di bêçekkirina Hizbullahê de bibin alîkar. Lê Şam hîn jî dudil e, ji ber ku ditirse bikeve nava şerekî herêmî û aloziyên mezhebî girantir bike.

Li gorî çavkaniyan, par di peywendiyên navbera rayedarên Amerîkî û Sûriyeyê de ev pêşniyara cara yekem hate kirin, lê bi zêdebûna aloziya di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de careke din hat dubarekirin.

Çavkaniyan da zanîn ku hikumeta demkî, her çend bi baldarî vê vebijêrkê dinirxîne jî, lê meyldar e ku ji her destwerdana leşkerî ya rasterast di nav axa Lubnanê de dûr bisekine. Ev xeterî îhtîmala êrişên Îranê, û bandorên navxweyî yên ku dikarin bibin sedema nearamiyê, nemaze li deverên bi piranî Şîe, vedihewîne zêde bike.

Berpirsekî payebilind ê Sûriyeyî destnîşan kir ku Şam bi hevrêziya bi hevalbendên xwe yên Ereb re, tercîh dike ku li derveyî aloziyê bimîne û xwe bi tedbîrên parastinê sînordar bike. Berpirs diyar kir ku hêzên leşkerî yên ku berî çend hefteyan bo sînorê bi Lubnanê re hatine şandin, armanca wan parastina ewlehiya navxweyî û kontrolkirina sînor e.

Li aliyekî din jî, Lubnanê diyar kir ku tu nîşaneyên têkildarî plana destwerdana Sûriyeyê nîn in û anî ziman ku hevrêziya bi Şamê re tenê bi mijarên ewlehiyê yên têkildarî sînor û pêşîgirtina li aloziyan ve sînordar e.

Her çend biryareke dawî nehatiye dayîn jî, çavkaniyan destnîşan kir ku, ger şerek rasterast di navbera dewleta Lubnanê û Hizbullahê de derkeve, vebijêrka destwerdanê li ser maseyê dimîne.

(fr)