Deriyê Başmaxê yê li ser sînorê Iraq-Îranê hate vekirin

Rêveberiya Deriyê Navnetewî yê Başmaxê yê li ser sînorê Iraq-Îranê ragihand ku ji îro û pê ve wê ji bo geştiyaran û bazirganiyê were vekirin.

Deriyê Başmaxê yê li ser sînorê Iraq-Îranê hate vekirin
17 adar, 2026   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsˊê diyar kir ku Rêveberiya Deriyê Navnetewî yê Başmaxê yê li ser sînorê Iraq-Îranê têkildarî vekirina derî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyên xwedî pasaportên Iraqî, biyanî, Îranî dikarin derî ji bo mebestên geştiyariyê û bazirganiyê bikar bînin da ku têkevin Komara Îslamî ya Îranê û ji wir jî di vî derî de vegerin.

Her wiha hate gotin ku welatî dikarin ji saet 08:00’ heta 18:00’ê hatin û çûyinê di derî re bikin.