Reuters: Gera destpêkê ya danûstandinên DYA û Îranê bi dawî bû

Çavkaniyekî nêzî danûstandinan ji Reutersˊê re diyar kir ku gera destpêkê ya danûstandinên di navbera DYAˊyê û Îranê yên li Swîsreyê de bi dawî bû.

Reuters: Gera destpêkê ya danûstandinên DYA û Îranê bi dawî bû
21 hezîran, 2026   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranî ragihand ku civîna çaralî ya di navbera Îran, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Qeter û Pakistanê de piştî 80 deqeyan ji bo "pêkanîna şêwirên navxweyî" hate rawestandin.

Kanala fermî ya Îranê diyar kir ku gera destpêkê ya danûstandinên bi Washingtonê re "bal kişand ser Lubnanê û behsa dosyaya nukleerî nehat kirin."

Îro, piştî danê nîvor li peravên Gola Lucerne, di navbera şandeyên DYAˊyê bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Îranê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf de, danûstandinan dest pê kir.

Li gorî bendên memoranduma têgihîştinê ya ku vê dawiyê hatiye îmzekirin, tê payîn ku peymaneke dawî ya bidawîanîna êrişên dijminane û mijara bernameya nukleerî ya Îranê, heta 60 rojî, were îmzekirin.

(fr)