Rojnamevanên jin bi wêneyên xwe berxwedanî belge kir

Gelek rojnamevan û wênekêşên jin tev li festîvala wêne û fotografîk bûn. Di wêneyên xwe de çîrokên mirovî û civakî belge kirin.

22 hezîran, 2026   05:05
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Yekitiya Wênekêş û Fotografîk ên Sûriyeyê roja şemî û yekşemê (20-21 hezîran) 2`emîn Festîvala Fotografîk bi rêxisitn kir. Festîval li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate lidarxistin. Wênekêş ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û rojnamevanên girîngiyê didin hunera wêne-kişandinê tev li festîvalê bûn.

Di festîvalê de 150 wêne hatin pêşkêşkirin. Di wêneyan de bûyerên li Rojava qewimîne hatine belgekirin.

Rojnamevanên jin di wêneyên xwe de şert û mercên zehmet ên koçberiyê belge kirine. Di zehmetiyê de berxwedanî û hêviyên sivîlan vegotine. Her wiha ne tenê bûyer belge kirine, çîrokên mirovî, civakî û tecrûbeyên civakan anîne ziman.

Rojnamevanên jin jiyana jinan weke cilûbergên wan ên gelêrî, jinên koçber, dayîkên ku diçin serdana gorên zarokên xwe, jinên ku di zevî û bexçe de dixebitin, jinên hunermend, zarok û şervanên YPJ`ê kişandine.

Endama Komîteya amedakar Sîlva Keleş têkildarî festîvalê ji ajansa me re axivî û got: "Di wêneyan de pirsgirêkên jin, berxwedana herêmê, şer, çand û hûner û koçberî hatiye ziman."

Rûşîn Osman a tev li festîvalê bûbû got: "Min xwest ez bi rêya wênekêşiyê xwe îfade bikim û wêneyên jiyanê bikişînim. Tevlîbûna jinan a festîvalan gelekî girîng e, hem bûyeran belge dike hem jî nêrandina xwe ya jiyanê vedibêjin."

Di festîvalê de hemû wênekêş bi navê şehîd Seyîd Evren hatin xelatkirin.

(np)

ANHA