Çima êrişkarên li ser Mar Ilyas nehatin dadgehkirin? 

22`ê Hezîranê li paytexta Sûriyeyê Şamê êriş li ser dêra Mar Ilyas çêbû û bi dehan kes hatin kuştin. Salek di ser bûyer re derbas bûye hîna lêpirsîn nehatiye kirin. 

Çima êrişkarên li ser Mar Ilyas nehatin dadgehkirin? 
22 hezîran, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Salek li ser teqîna Dêra Mar Ilyas derbas bû. Dêra Mar Ilyas li taxa El Diwêla ya Şamê ye, 22`ê Hezîranê 2025`an teqîn li Dêra Mar pêk anîn û di encamê de 27 kes hatin kuştin û 63 birîndar bûn. Xiristiyanan dema ku merasîmên xwe yên olî pêk tanîn, kesekî xwe di nava wan de teqand û yekî dîtir jî ew gulebaran kirin. Ev êriş herêmî û navneteweyî gelekî hate şermezarkirin.

Salek li ser bûyerê re derbas bû û Xiristiyan ditirsin ku dîsa êrîş li ser wan çêbibe. Patrîkê Antakyayê û Hemû Rojhilat ji bo Ortodoksên Yewnanî Yûhenna 10 Yazigi ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwest berpirsyatiya parastina welatiyan rabike, bûyerê lêkolîn bike û berpirsên bûyerê ceza bike. Yazigi destnîşan kiribû ku ev êrîş ne tenê li dijî Xiristiyanan bû her wiha li dijî hemû Sûriyeyiyan bû.

Berî sala 2011`an li Sûriyeyê hejmara Xiristiyanan ji sedî 10 bû lê piştî bûyerên ku qewimîn mîna teqîna Dêra Mar Ilyas niha hejmara Xiristiyanan li Sûriyeyê bûye ji sedî 2. 

Wezareta Hundirîn a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê piştî êrîşa li ser Dêra Mar Ilyas raghand ku di encama lêpirsînên destpêke yên bûyerê diyar dibe ku şaneyekî girêdayî çeteyên DAIŞ`ê êrîşê Dêrê kirine. Di heman demê de koma xwe bi navê `Seraya Ensar El Sine` dide naskirin daxuyanî da û got me êrîş kiriye. Lê çeteyên DAIŞ`ê têkildarî bûyerê tu daxuyanî nedan.

Li gorî daxuyaniyên hikûmeta demkî û di serî de daxuyaniyên Wezareta Hundirîn serokê koma êrîşî Dêra Mar Ilyas kiriye navê wî Mihemed Ebdulîlah El Cemîlî El Mekna (Ebû Îmad e) û ew û koma xwe ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin. Ebû Îmad û koma xwe vekirî nehatin dadgehkirin.

Salek li ser bûyerê re derbas bû lê civak ditirsê ku heman bûyer dîsa dubare bibin. Ji ber li Sûriyeyê pirsgirêkên ewlehiyê hene. 

(np)

ANHA